“Kil çavan ji nexweşiyê diparêze”

Li herêma Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dirêjiya dîrokê de kil cûreyekî bingehîn ji bo xweşikirina çav tê dîtin. Fatma Elxelef li ber destê diyik û dapîra xwe fêrî çêkirina kilê çava bûye û ev çanda kila Erebî parastiye.

ZEYNEB XELÎFE

Dêrazor - Kil yek ji kevintirîn cureyên xemilandinê ye, dîroka bikaranîna wê vedigere 3500 sal berî zayinê, şûşeyên kilê di gorên Firewnan yên beriya 4000 sala hate dîtin. Di heman demê de kila Erebî ku pîşesaziya wê bi kevirê Antimoin (El-Esmid) ve girêdayî ye û ev kevir piranî li Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur, Asyaya Başûr, Mexrib û Şam tê dîtin. Kevirê Antimon ji bo çav pir bisûde, ji ber ku madeya Risas di navde tune ye û cûdabûna vî kevirî ji yên din ku rengê kevir pir reş û bi ser fidî ve diçe.

“Kila Erebî bi feydeyên xwe yên ji bo çav tê nasîn”

Fatima El-Xelef ya 65 salî li bajarokê Ebû Hardûbe ji dayik û dapîra xwe fêrî pîşeya çêkirina kilê bûye, diyar kir ku kila Erebî bi feydeyên xwe yên ji bo çavan tê nasîn û madeyên ku kila Erebî jê tê çêkirin bi gişî xwezayî ne û wiha got: “Kil mîraseke ku heya niha jî bi destê jinan tê çêkirin. Çêkirina kil bi awayekî pir hêsan li malê tê çêkirin. madeya sereke kevirê antimon e ku jinên herêmê ji vî kevirî re dibêjin kevirê kilê. Em kevirê antimonê têxin pasteyekê û di tenûrê de tê sorkirin û di nava komirê de 2- 3’ê saetan dimîne, pişre kilê derdixe û bi awayekî baş hûr dikin da ku zererê nede çav. Piştî pêvajoya yekê em dîrek kil bikar nayînin hindek malzemeyan lê zêde dikin giyayên xwezayî û bîbera sor û çifît da ku rengê kilê hindek şîn bibe, piştî ku em van melzemeyan bi giştî tevlîhev dikin, ez wan bi awayek baş bi hevre diperçiqînim da ku baş hur bibe û em dixin qutiya wê û darikekî biçûk dixin navde da ku bi rêya wî darikî kilê bixin hundirê çavên xwe.”

“Min ji zarokatiya xwe ve kil bikar tanî”

Fatima El-Xelef bîranînên zarokatiya xwe bi mere parve kir û dibêje ku wan ji zaroktî de kil bikar tanî û wiha dom kir: “Dapîr û dayika min û jinên gund ji firoşkarên ku dem bi dem dihatin gundê me melzemeyê ku kil jê tê çêkirin dikirîn û di dema ku wan kil çêdikir em li kêleka wan rûdiniştin da ku em ji wan fêr bibin û dema ku çêkirina wê diqedandin, ew kil dixistin çavên me de û digotin ku kil pir ji çavan re başe. Li gundan nexweşiyên çavan tune ye, kil çavan ji nexweşiyê diparêze, her wiha kil ji bo dermankirina nexweşiyên çavan ên wekî alerjî û ulcere tê bikaranîn û mîkroban ji holê radike. Di heman demê de mujilangê çav zêde dike, ji ber feydeyên kilê yên mezin bijîjk pêşinyar dikin ku em her dem kil bikar bînin.”

“Di dîrokê de mêr jî kil bikar tanî”

Fatima El-Xelef  bi bîr xist ku mêkyac tenê jin bikar tînin lê kil berovajî wê ye û wiha got: “Mêrên Ereb di demên berê de kil bikar tanîn û bi kilê çavên xwe dixemilandin ji ber ku kil nîşana şahî û kêfxweşiyê ye û sembola rastiyê ye.”