Zaroka Afganî bi helbestên xwe behsa berxwedanê dike

Gelek keç li Afganîstanê bi helbest û hunera xwe qedexeyên tund ên ku Talîban li ser wan danîne hêvî têdikoşin û red dikin.

BAHARAN LAHÎB

Xazni- Nêzî du sal in komên Talîban li Afganîstanê sewer in û li vî welat ji jinan re sînordarkirinên pir cidî anîn. Dibe ku jinên ji ber van sînorkirin, gef û zextên vê komê nikarin jêhatibûn û hunera xwe pêş bixin hene. Jinên serkeftî yên li seranserê cîhanê riya xwe ya kêfxweşiyê dibînin, lê bi van hemû pirsgirêk û nîgeran re tenê rastî şikestina xeyalan nayên û li ser tunekirina Talîban û paşeroja xwe ya ronî jî difikirin.

F.V’ya yek ji gundên li parêzgeha Xezniyê dijî û nû ketiye pola çarem a dibistanê. Ev keça 12 salî eleqeyek mezin nîşanî stran gotinê nîşan dide lê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê û hikûmeta Talîbanê nikare hunera xwe pêş bixe.

F.V’ya di temenekî biçûk de helbestên têkoşîn û berxwedanê dixwîne. F.V’ya ku di malbateke gundî de ji dayik dibe û zarokê herî mezin ê malbatê ye, êşa gelê Afganistanê ya ji hemû tiştan bêpar hatiye hiştin, bi helbestan fêm dike.

Me di gera xwe ya vê eyaletê de hev du nas kir. F.V keçeke tijî enerjî û hay jê hebûn e. Li gorî qûralên Talîbanê  dikare du salan biçe dibistanê. Lê belê hêvî dike ku bi berxwedana gel, hikûmeta Talîbanê di nava du salan de ji hole rabe û jin û zarokên keç ji nû ve di nava civakê de hebûna xwe misoger bikin.

Em helbestek ya F.V dixwiyne diweşînin.