‘Jinên Cesur’ li Baselê derdikevin ser dikê
Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Jinên cesur’ ji Sakîne Cansiz, Emma Goldman û gelek jinan îlham girtiye, dê heta 14’ê Sibatê her şev li Baselê derbikeve ser dikê. Piştî pêşandanê wê kombûnên bi temaşevanan re jî pêk were.
Navenda Nûçeyan – Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Jinên cesur- bibîrxistina niha’ li bajarê Basel ê Swîsreyê derket ser dikê, çîroka jinên di dem û erdnîgariyên cuda de li dijî zextê berxwedan raber kirine tîne ser dikê.
Lîstika şanoyê ya bi navê ‘Jinên cesur- bibîrxistina niha’ (Mutige Frauen – Erinnern ins Jetzt) li bajarê Basel ê Swîsreyê derket ser dikê, çîroka jinên di dem û erdnîgariyên cuda de li dijî zextê berxwedan raber kirine tîne ser dikê. Şanoya ku di 31’ê Çileyê de promiyera wê hat pêkanîn wê heta 14’ê Sibatê her şev di saet 19:30’an de li Druckereihalle, Ackermannshof a Baselê derbikeve ser dikê. Piştî pêşandana şanoyê, di navbera temaşevan û lîstikvanan de dê goftûgo werin kirin.
Li gorî nûçeya Yenî Ozgir Polîtîka, çêkera ku bi keda 5 hunerendên şanoyê hat amadekirin, ceribandinên jiyana jinan ku ji demên cuda û beşên cuda yên civakê esas digre îstik, ji çîrokên rast ku tirs û bêçarebûnê bi têkoşîn û cesaretê tê derbaskirin îlham girtiye û vedibêje.
Şanoyê ji jinên Kurd îlham girt
Di nava çavkaniyên îlhamê ya lîstikê de, ji navên pêşeng ê Tevgera Jina Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Arîn Mîrkan, Nagîhan Akarsel, Hevrîn Xelef, Gurbetellî Ersoz û hunermend Ayşe Şan cih digrin. Çêker di heman demê de ji navên wek nivîsakara anarşîst Emma Goldman, Baraabra Kistler a Swîsre ku li Kurdistanê di çeperên TKP/ML de têkoşîn kirî û nivîskara sosyalîst Christa Wolf îlham girtiye.
Di lîstika şanoyê ku derhênerî û çêkera metnê Anina Jendreyko girtî de, sehne Carmen Dalfogo, Berfîn Emektar, Ewi Saoulidou û Clémence Gabrielidis parve dikin. Dramaturjî û dizayna deng Axel Nitz’, Kareografî Mirjam Gurtner, dizayna sehne û kostum aîdî Martina Ehleiter û Eva Butzkies’e.
Çêkera ku di ceribandinên jinan ên dem û erdnîgariyên cuda de, stran, sema û gotin anîne ba hev, temaşevanan ber bi rêwîtiyek hem hestiyar hem jî polîtîk ve dibe.
Bilêt li ser Eventfrog an jî adresa [email protected] peyda dibe.