Jinên Îranê amûrên muzîkê bi destê xwe çêdikin

Jinên amûrsazên muzîkê, difikirin ku bi çavekî girîng li karê wan nayê mêzekirin, di vê dema ku nirx û sadetiya muzîkê di bin bandora amûrsazan de ye ew hewl didin amûrên ku xwedî ruh in biafirînin.

BÊRÎVAN KEMAL

Navenda Nûçeyan- Amûrsazî yek ji beşên muzîkê û karên destan e. Di çend sadsalên borî de weke pêwîst lê nedihat nihêrin lê niha ger were pirskirin amûrsazî çi ye, tu dîmenek zelal di hizra kesan de li ser vê hunerê çênabe. Di salên borî de kesek bi navê hunera amûrsazî peyda bû, dikaribû di vî alî de hişmendiyê ava bike.

Meryem Sûrnamher yek ji wan jinên ciwan e ku dikaribûye di aliyê amûrsaziyê de bibe xwedî cihek girîng û bi xwe amûran çêbike, ji ber ew ne jinên yekem e, li Îranê cara yekem amûra çeng çêkiriye. Di vî alî de bi awayekî akademîk xwendiye û ji çêkirina her amûrekê re ezmûnê digre û li gorî fikrên wê amûrsazek serkeftî yê ku deng û muzîkê bizane ye.

Di her konserê de amûr hene

Meryem di destpêkê de rastî gelek rexne û kesên çavdêr hatiye û di rewşek zehmet de li cihek gelek biçûk dest bi xebatê kiriye. Wê heta salekê tu amûr nefirot, tenê amûr çêkir û gelek caran cureyên cuda ceribandin heta ku bikaribe encamê bi dest bixe. Îro bûye yek ji wan ku piraniya mamosteyên muzîkê bi nav û deng in kemençeya ku Meryem çêdike dibin konserê.

Meryem Sûrnamher ji bo çêkirina kemençeyê xwendekara Beyîz Emîr Etayî bû, gelek muzîkjenên bi nav û deng ên Îranê serdana kargeha meryem kirin û amûrên xwe ji gel wê birin lê belê di gelek hevpeyvînan de Meryemê weke amûrsaz bal kişandiye ser lewaziya di navbera muzîkjen û amûrsazan de.

Divê rol û girîngiya amûrsazan li ber çavan were girtin

Meryem Sûrnamher di gelek hevdîtinên xwe de û di torên civakî yên xwe de diyar kir ku salên destpêkê tenê yên ku stran digotin girîngî didan. Di demeke ku mûzîkjen û yên ku awazan dinivîsînin êdî bawer kirin ku pêşkêşkirina karên hunerê tamek wan heye lê belê bi çavên girîng lê nayê nihêrîn. Niha rewş ji bo amûrsazan bi heman awayî ye, ji ber ku bi sedan awazên muzîkê bi şêweyek bingehîn bi kalîteya amûran qeyd kirine. Ji ber ku muzîkjen bi temamî pêwîstî bi amerek dibînin.

Meryem her dem bi bîr dixe ku amûrsaz dikarin alîkariya baştirkirina kalîteya dengê amûran bikin, ji ber ku beşek ji amûrên di kargehan de çêdikin şarezabûna di fizîka dar û zanabûneke taybet jê re lazim e.

“Divê ku ruhê amûrên muzîkê hebe”

Meryem weke amûrsaz da zanîn ku dema temambûna çêkirina amûrek mehek e. Li gorî wê tenê muzîkjen dikarin nirxên amûreke muzîkê nîşan bidin û ew dikarin piştgirî bidin û hevkariyek berdewam a amûrsazan di bilindkirina kalîteya amûran de heye. Meryem gelek ji karê xwe hez dike, bi keda xwe reng daye amûran.

Meryem weke jineke bi coş hezkirinek wê ya taybet li hemberî karê wê heye li ser wê yekê wiha got: “Gelek çêkerên amûran hene, amûrên xwe bi bihayê gelek giran difiroşin û pereyek zêde dixwazin lê belê tu ruhê wan amûrê nîn e, dengek heye lê belê tu xweşiya wan nîn e.”