"Ji bo ji qerbalixiya jiyanê berevim min berê xwe da xêzkirinê"

Endama Forma Jinên Karsaz Nûr Totih a xwdiya pirojeya E EL-Teka dibêje: "Hûner terzê jiyanê ye, her tişt di jiyanê de hunere, xêzkirin penagehek ji qerebalixiya jiyanê ye."

TEHRÎR BENÎ SEXİR  
Ramallah – Endama forma Jinên Karsaz a Filistînê Nûr Totih a 21 salî ji bajarê El-Qudisê ye, li zanîngeha Bîrzît beşê birêvebirin karsazî û pirojeyan dixwîne. Di sala 2018'an de Nûr Totih dest bi pirojeya "E El-Teka" a pisporê Sêwiran û xezkirina li ser textên ku têne bikaranîn ji bo madeyên metbexê û yên ku ji bo diyariyan tên amadekir. 
“Di zarokatiyê de min ji xêzkirinê hez dikir”
Nûr Totih wiha dibêje :"Hezkirina min ji xêzkirinê re ji dema zarokatiya min debû û biminre mezin bû, fikrandinê min li ser bêtir çêbû û di sala 2015'an de min bêtir ez li ser sekinîm û tevlî pêşangehên taybet li dibistana xwe ya bi navê Filistîn dibûm. Bi rêka pêşangehê min bêtir huner nas kir. Min lewhe çêkirin û beşdarî Pêşengehên Qudis, Bîrzît û Urduninê bûm."
Pirojeya E El-Teka
Nûr axavtina xwe weha domand: "Piştî ku ez çum zaningehê ji pêşangeh û karên bê heqdest dûr bûm. Min hîz kir ku pêwistiya min bi tişkî heye ku min li jiyana berê vegerîne, min dest bi pirojeya 'E El-Teka' kir û min pirojeya xwe pêşxist bi rêka tevlîbûna ji saziyên ku piştgiriya ciwanên xwedî pirojeyên biçûkin dike, her wiha Piştgiriya teknîkî ji wan re peyda dike ji aliyê kesên ku di vî karî de xwedî tecrubene weke forma jinên karsaz yên filistînê " MENA Catalyst" ya ku di sala 2016'an de hatiye avakirin."
Nûr Totih bi pirojeya xwe beşdarî gelek pêşbirkan bû û asta dûyemîn qezenc kir. Her wiha tevlî gelek pêşengehên herêmî jî bibû.
Nûr Totah dibîne ku ji bo serketina her projeyê, fêrbûn û zanîna domdar girîng e. Ev ji bo her kesî çekek e, pêdivî heye ku tu kes ji xeyalên xwe bê par nemînin ku çiqs ji mezin be pêwiste bi hemû hêza xwe li ser bixebite û li ber tu astengiyekê raneweste ji bo ku qezenc bike û wiha got: "Huner penagehek ji vê cîhanê ye."
Nûr di dawiya axaftina xwe  de wiha got: " Ez dixwazim gelek projeyên hunerî pêşbixim û pirojeya xwe ya yekemîn E El-Teka zêtetir pêşbixim."