“Huner şerê hebûn û nebûnê ye”

Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Şehîd Berçem bûn, bi cil û bergên xwe reng dan qada şahiyê.

FERYAL MIHEMED

Heleb - Mehrîcana Şehîd Berçem ya yekem li ser asta Bakur û Rojhilata suriyê ya ku li taxa Şêx Meqsûd a bajara Heleb hatiye li darxistin, sê rojan bi coş û heyacana jinê tê berdewamkirin. Ne tenê Kurd di vê mehrîcanê de amede bû, Ereb û Suryan jî di mehrîcanê de amade bûn. Ev mehrîcan bi çanda jinan, bi govend û stranan û şano hatiye xemlandin.

"Jin bi coşeke mezin û bi cil û bergên xwe yên rengîn derbasî qada mehrîcanê bûn"

Rêveberiya Hîlala Zêrîn a kantona Qamişlo Rûken Mihemed derbarî vê mehrîcanê wiha got: ” Beriya du salan hazirtiyek baş ji bo mehrîcanê hat kirin lê dewleta tirk a dagirker nehêşt ku em gava xwe ya yekemîn bavêjin. Lê îsal me got eger em tengasiyê jî bibînin  em ê mehrîcana xwe ya şehîd Berçem li dar bxin. Armanca me ji lidarxistina vê mehrîcanê ew e ku em bihêlin ku hemû jinên ku li vir jinan dikin çi Kurd, çi Ereb, çi Suryan û çi jî Çerkes be her yek bi rengê xwe derkeve li ser dikê. Jin bi coşeke mezin û bi cil û bergên xwe yên rengîn derbasî qada mehrîcanê bûn."

 "Ji no xwedîderketina li keda wê ev mehrîcan bi navê şehîd Berçem hat binavkirin"

Rehef  Zilfo ya ji herêma Cizîrê da zanîn ku mehrîcana şehîd Berçem mehrîcana yekemîn a hunerî û xweser e û wiha got: "Şehîd Berçem hunermendek ku bi hunerê re mijûl dibû lewma ji bo xwedîderketina li keda wê ev mehrîcan bi navê şehîd Berçem hat binavkirin. Ermanca me ji vê mehrîcanê ku em huner, çanda, ziman û kevneşopiyên xwe biparêzin."