Hejmara 18’emîn a Kovara Jin derket

Hejmara nû ya Kovara Jin bi sernavê “Di Konfederalîzma Demokratîk de ‘Jin jiyan azadî’ heye” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan - Kovara Jin hejmara 18’emîn bi sernavê “Di Konfederalîzma Demokratîk de ‘Jin jiyan azadî’ heye” derket.

Di hejmara dawî de gotara Rojîn Mukriyan di manşetê de cih digre, tê gotin ku azadiya jinan di Konfederalîzma Demokratîk de ye. Rûşen Seydaoglu, bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Xwe ji nûve welidandin” pêvajoya jinûve afirîna jinan radixe ber çavan, Oya Açan jî di gotara xwe ya bi navê “Ger em nebin” de balê dikşîne ser girîngiya rêxistinbûna civakî. Bêrîvan Guneş di hejmara dawî de bi nivîsa xwe ya bi sernavê “Sembola hişê civakî” bal dikşîne ku di bin navê veguhertinên bajarî de çanda Kurdî çawa hatiye tunekirin.

Kovar dikare li ser vê lînkê were girtin: http://jindergi.com/anasayfa/