Hana Kamkar xatirê xwe ji şanoya Îranê xwest

Hunermenda deng û şanoyê ya Îranî Hana Kamkar ragihand ji ber li Îranê lîstina jinan a bi serê xwe qedexe ye, dawî li hunera xwe ya şanogeriye aniye.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê qedexe ye ku jin stranên solo bistirên û li ser sehneya şanoyê pêşandana yek kesî bikin. Hunermend Hana Kamkar a ku bi deng û hunera xwe bi salane dilê mirovan geş dike, diyar kir ku ji ber qedexekirina lîstikvaniya jinan wekî bertek xatirê xwe ji sehneyên şanoyê xwestiye.
Ji ser sehneya şanoyê bi gotina "Ez ji jiyana xwe bêtir ji te hez dikim" xatir xwest
Di parvekirina ku ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî kir de ragihand ku sehneya şanoyê ku wekî hevoka "Ez ji jiyana xwe zêdetir hez dikim" bi nav dike diterikîne û careke din dernekeve ser dikê. Nayê zanîn ku Hana Kamkar a ragihandibû karê xwe yê li ser sehneya şanoyê bi dawî kiriye dê jiyana xwe ya muzîkê jî bi dawî bike yan na
.
Hana Kamkar ku ji malbateke hunermend tê, li Tehranê mezin bûye. Hana Kamkar di heman demê de derhêner, şanoger û stranbêj e her wiha heman wênegir û aktîvîsta jîngehê ye jî.