“Ez daxwazên xwe bi xêzkirinê tînim ziman”

Mizgîn Silêman a ji zaroktiyê ve wêneyan xêz dike pîşeyê xwe bi xwe re mezin kiriye diyar dike ku hest û daxwazên xwe bi xêzkirinê tîne ziman.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Jina bi navê Mizgîn Silêman a 21 salî li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî ji zaroktiya xwe de wêneyan xêz dike û desteka mezin ji malbatê digre. Ew li ser berxwedana jinê wêneyên xwe xêz dike. Beriya şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek jinên xwedî berhem nikaribûn bi rengekî rehet berhemên xwe pêşkêş bikin. Bi derketina şoreşa jinan re êdî jin bi watedariya çand, huner, berhem û hestên xwe zanîn û xwe nas kirin. Têkildarî mijarê Wênexêz Mizgîn Silêman ji me re axivî.   
Hezkirina wênexêziyê
Hezkirinên mirovan her çiqas ji tiştekî re zindî be, ew tişt bi berhemdayî ne. Mizgîn Silêman wiha behsa vê mijarê dike: “Ji zaroktiya xwe de min ji xêzkirina wêneyan hez dikir, her mezin dibim ev hezkirin jî mezintir dibe. Wêneyên min hemû bi wate ne û bi hestên ji dil ez xêz dikim. Ez niha di navenda Malva ya fêrkirina hunerê de cih digrim û pîşeya xwe bi pêş dixim. Yekem car ez bi du tabloyên xwe beşdarî pêşangeha Xecxecok a bin sîwana navenda Malva hatibû vekirin, bûme. Hezkirina ji zaroktiyê de di dilê min de hatibû nexşandin, îro berhemên xwe dide.”
 Rola malbatê di pêşxistina zarokan de
Malbat xwedî rolên girîng in di piştgiriya zarokên xwe de, ger malbat watedariyê bide berhemên zarokên xwe wê ew zarok serfiraz be di civakê de. Mizgîn wiha bal dikşîne ser vê mijarê: “Malbat û hevalên min herî zêde moral didan da ez berhemên xwe berdewam bikin. Civaka me herî zêde tiştan madî digre dest û berhemên wiha bê sûd dibîne. Min bi pênûsekê dest pê kir û niha jî bi gelek cureyên pênûsan dikarim xêz bikim. Ez fêrî pênûsa rengîn, fehim, pênûsa avê û ya zeytî bûme. Pir caran hin tişt di dilê min de hene, ez nikarim bi ziman bêjim lê bi pênûsa xwe xêz dikim. Bi xêzkirina wêneyan ez hest, fikir û daxwazên xwe ji civakê re parve dikim.”
“Ji xêzkirina wêneyên jinan hez dikim”
Mijarên ku mirov li ser tablo yan jî wêneyên xwe xêz bike pir in lê Mizgîn di wênexêziya xwe de jî her tim aştî û şoreşgeriya jinan dide pêş. Mizgîn wiha mijarên wêneyên xwe şîrove kir: “Berî şoreşa Rojavayê Kurdistanê, rê li pêşiya jinan û berhemên wan hatibû girtin. Jinan nikarîbûn di nava civakê de berhemên xwe derxin pêş. Lê piştî şoreşa Rojava êdî jin bi rengekî azad dikarin bi deng, çand û hunera xwe derkevin nava civakê û bi rehetî berhemên xwe derxin pêş. Wêneyên ku min xêz kirine li ser aştî, azadî, berxwedanî û şoreşgeriya jinê ne. Wêneyên herî zêde jê hez dikim wêneyên jinan in. Pêwîst e jin bi azadî û serfirazî bijîn. Banga min ji hemû jinên xwedî berhem re heye ku xwedî lê derkevin û hêviyên xwe pêk bînin.”