Derhênera Îranî ya girtî Mojgan Ilanloo xelat girt

Derhênera Îranî ya girtî Mojgan Ilanloo ku bi berhemên xwe balê dikşîne, di Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Viyanayê de layiqê Xelata Taybet a Mafên Mirovan hat dîtin. Derhênera serkeftî xelata xwe diyarî wan kesên ku li Îranê li ber xwe didin kir.

Navenda Nûçeyan- Derhênera Îranî Mojgan Ilanloo ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve bi hinceta beşdarî serhildanên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kiribûn bûbû, hatibû girtin û biribûn girtîgeha Karçakê xelat girt. Mojgan llanloo, bi nasnameya xwe ya derhênera belgefîlman û wênekêş tê naskirin, Mojgan llanloo, yek ji navên ku di xebatên xwe de balê dikşîne ser mafên mirovan e. Mojgan Ilanloo di Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan a Viyanayê de xelata Taybet a Mafên Mirovan girt.

Xelata xwe diyarî kesên ku li Îranê li ber xwe didin kir

Mojgan Ilanloo, di peyama xwe ya ku ji bo merasîma xelatdayînê şandibû de wiha got: “Ez vê xelatê diyarî bi hezaran jinên bênav ên welatê xwe dikim. Yên ku bi giyanê xwe di roja me ya îro de ji bo mafên xwe bi dest bixin derdikevin qadan. Her wiha ez vê xelatê diyarî bi hezaran mêrên wêrek û azadîxwaz dikim ku bi van jinan re derketine qadan da ku nîşanî cîhanê bidin parêzvaniya mafên jinan ne meseleyeke zayendî ye. Prensîbek bingehîn a mafên mirovan e. Ev leheng ne li pey navekî ne, ew wek zarokên welatê xwe li pey parastinê û lehengên gelê xwe ne. Li pêşberî mezinahiya van mirovên ku dîrok nivîsandine, ez xwe niha weke dilopek ji deryayê hîs dikim. Ji kerema xwe re yek bi yek navên van lehengan, di dîroka bi heybet a berxwedana Îranê de bi bîr bînin û ji bîr nekin…”