Carla Simon ji bo fîlma Alcaras xelata zêr girt

Navenda Nûçeyan- Di Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Berlînê de fîlma ‘Alcaras’ a derhênera Îspanyayî Carla Sîmon xelata Hirça Zêrîn girt. Fîlm têkoşîna rojane ya komek ji cotkarên xoxan ên Îspanyayê vedibêje û qal dike ku ew çawa dikevin nav dûbendiya hebûnê. 
Derhêner Carla Sîmon ‘Alcaras’ a bi lîstokvanên ne profesyonel hatiye kişandin û di şaxa Fîlmên Herî Baş de ji nav 18 berhemên ku ji bo Hirça Zêrîn ketibûn pêşbirkê hat hilbijartin diyarî kesên ku çandiniyê dikin kir û bal kişand li ser girîngiya çandiniyê ya ji bo civakê.  
Derhêner Carla Simon fîlma "Alcaras" pêşkêş kir, ku ji nav 18 berhemên ku ji bo xelata Hirçê Zêrîn ketibûn pêşbaziyê hat hilbijartin û wê bal kişand ser girîngiya çandiniyê ji bo civakê.
Festîvala Fîlm a Navnetewî ya Berlînê ku di sala 1951’an de li Berlînê hat damezrandin, di nav festîvalên fîlm ên herî girîng a cîhanê de cih digre, her sal di 9’ê Sibatê de pêk tê û heyanî 19’yê mehê berdewam dike.