Bi xemilandina selikan mîrateyê nûjen dike
Li gorî ezmûna Nuzha Hebîbî, tayên rengîn ên hirî bi pelên xurmeyê re dikevin nav hev û formeke nû didin sebeta kevneşopî. Nuzhaya Mexribî jêhatîbûna xwe veguherandiye projeyekê ku bi destan dixemlîne.
HENAN HARÊT
Mexrib – Karên hunerî yên kevneşopî cihê xwe di jiyana rojane de diparêzin, lê ew bi demê re diguherin da ku bi çêj û pêdiviyên nû re bighîjin hev. Di nav van karên hunerî de, selika Mexribî ya ji pelên xurmeyê hatî çêkirin derdikeve pêş ku êdî bi fonksiyona xwe ya kevneşopî ve sînordar nabe, dibe cihek ji bo xemilandin û nûjeniyê jî.
Nuzha Hebîbî li ber selikeke ji pelên xurmeyê ya çêkirî rûniştiye, ku bi topên rengîn ên hirî û derziyek ku kêm caran ji destê wê derdikeve dorpêçkirî ye. Ew bi baldarî tayên di nav cihên vekirî yên selikê re derbas dike berî ku raweste, da ku karê xwe temaşe bike, paşê jî dirûnek nû lê zêde dike.
Di vî karê destan ê bi baldarî ku sebir û demê dixwaze de, Nuzha Hebîbî hem cihek ji bo afirîneriyê û hem jî çavkaniyek dahatê dîtiye. Nuzha di vê pîşeyê de perwerdehiyek fermî negirtiye, lê tevliheviyên wê bi tena serê xwe fêr bûye. Wê bi boyaxkirin û xemilandina selikan dest pê kir û jêhatîbûna wê hêdî hêdî bipêş ket.
Dema ku selikek dibe cihek ji bo afirîneriyê
Nuzha Hebîbî dibêje selikên ku di destpêkê de li ser wan xebitî, sade bûne û wê biryar daye ku li gorî daxwazên xerîdaran destdana xwe ya kesane lê zêde bike. Nuzha wiha li gotinên xwe zêde kir: "Ev huner û berhem bi selikên sade dest pê kir. Min li gorî daxwazên xerîdaran kar kir; kesek dihat û ji min teşedyek an sêwiranek taybetî dixwest û min hewl dida ku wê biafirînim. Bi demê re, min bi lêkolîn û ceribandinê karê xwe bipêş xist."
‘Destpêkê min dît ku piraniya kesên ku tê de dixebitin mêr bûn’
Ketina vê qadê dijwariyeke din derxist holê, ji ber ku Nuzha Hebîbî dît ku piraniya kesên ku tê de dixebitin mêr in, lê Nuzha xebata xwe domand. Nuzha kêliyên ketina xwe ya nav vî karê giran, wiha vegot: “Dema ku ez ketim vê qadê, min dît ku piraniya kesên ku tê de dixebitin mêr bûn, lê min gav bi gav rêya xwe di nav de vekir û şêwaz û ezmûna xwe bipêş xist, heta ku min di vê pîşeyê de navê xwe bi dest xist."
Her ku karsaziya Nuzha Habîbî berfireh bû, wê biryar da ku di projeya xwe de veberhênan bike. Nuzha li taxa Lissasfa ya Dar El-Beyda dikanek kirî û pereyên xwe veberhênan kir. Di dikanê de, Nuzha ne tenê berhemên xwe nîşan dida û difrot. Ew der her wiha cîhek ji bo kar û têkiliya rasterast bi xerîdaran re jî bû. Li wir Nuzha berdewam kir ku sêwiranên xwe bipêş bixe û zarokên wê jî tevlî wê di karsaziyê de bûn. Di heman demê de hêviya berfirehbûn û berdewamiya wê dikir.
Dema ku dikan winda bû, hunera destan ma
Lê ev rê piştî ku dikan hate hilweşandin, digel komek dikan û karsaziyên din ên ku Nuzha dibêje bi hinceta ku bi neqanûnî hatine çêkirin hatine hilweşandin, bi dawî bû. Ji wê demê ve Nuzha neçar ma ku berhem û amûrên xwe veguhezîne mala xwe. Nuzha Habîbî da zanîn ku heta niha tu tezmînat negirtiye û dibêje ku ew hê jî li benda çareseriyek ji bo xwediyên dikanên bandordar e. Ji bo Nuzha Hebîbî windakirina dikanê ne tenê windakirina cihek bazirganî bû; wê bandor li rêbazên wê yên xebatê û şiyana wê ya afirîneriyê û girêdana bi xerîdaran re jî kir. Nuzha got: “Piştî ku dikan hate hilweşandin, êdî cihek min tunebû ku ez kelûpelên xwe nîşan bidim. Hemû berhem û amûr niha li malê ne û afirînerî êdî ne wek berê ye.”
Hewldanên ji bo dîtina alternatîfan
Nuzha Hebîbî hewl da ku alternatîfan bibîne, di nav de kirêkirina cihek din ji bo xebatê hebû, lê nekarî berdewam bike. Ji ber ku lêçûna kirê li gorî şiyana wê ya lêçûnê zêde bû. Pêşangehên demsalî bûn yek ji rêbazên ku ew ji bo nîşandan û bazarkirina berhemên xwe pê ve girêdayî bû.
Ji jinên gund bo xerîdarên bajêr
Ezmûna Nuzha Hebîbî bi qonaxa xemilandinê bi dawî nabe. Ew bi jinên li deverên gundan re hevkariyê dike ku ji pelên palmê selikan çêdikin. Piştre Nuzha selikan ji wan dikire û pêvajoya xemilandinê bi karanîna têlên rengîn ên hirî digre ser xwe.
‘Em bi hev re hevkariyê dikin’
Nuzha Hebîbî cewhera vê hevkariyê wiha rave dike: “Li deverên gundan jin hene ku van selikan ji bo min çêdikin. Ez wan siparîş dikim, paşê ez têl dikirim û dest bi xemilandina wan dikim, wan tînim teşeyê wan ê dawî. Em bi hev re hevkariyê dikin.”
‘Selik bi xemilandinê bûye berhemek’
Ezmûna Nuzha Hebîbî şiyana hunerên kevneşopî nîşan dide ku bi hevberkirina materyal û teknîkên kevneşopî bi destdanên afirîner ên nû pêşve biçin. Selika ku berê di jiyana rojane de fonksiyonek pratîkî pêk dianî, bi rêya xemilandin û sêwiranê dibe hilberek ku di heman demê de xwedî nirxek estetîkî ye.
‘Ev kar bo cihek ji bo xwe îfadekirinê ye’
Ji bo Nuzha Hebîbî, ev rêwîtî bi xwestekek hêsan dest pê kir ku hilberek ku wê li ber xwe dîtiye pêşve bibe, berî ku ezmûn veguhere hunerek, çavkaniyek dahatê û cihek ji bo xwe îfadekirinê. Nuzha dibêje: “Vê pîşeyê pêşî ji hêla derûnî ve û dû re jî ji hêla darayî ve rihetî da min.” Heyraniya xerîdarên wê ji bo karê wê çavkaniya motîvasyonê bû ku berdewam bike. Nuzha bi bîr tîne ka çawa hin ji wan matmayîbûna xwe li ser karê wê diyar kirin û çawa vê yekê ew teşwîq kir ku hunera xwe pêş bixe û bi ramanên nû ceribandinê bike.
Tevî windakirina dikanê hê jî bi selikan dixebite
Tevî windakirina dikana xwe, Nuzha Hebîbî hunera ku bi tena serê xwe fêr bûye berneda. Ew hê jî bi selikan dixebite, hevkariya xwe bi jinên li deverên gundan re didomîne û ji pêşangeh û fermanan sûd werdigre da ku karsaziya xwe bidomîne.