‘Bi riya helbestan peyamê didim civakê’

Wehîde Mihemed diyar kir ku hestên xwe yên kêfxweşî û dilêşiyê bi şêwazê helbestan tîne ser ziman û destnîşan kir ku bi riya helbestan peyamê dide jin û civakê.

AVAŞÎN HÊLÎN

Dêrik – Dayika 50 salî Wehîde Mihemed ya ji Gundê Girê Pirê li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo jiyan dike. Wehîde Mihemed hestên xwe yên kêfxweşiyê, dilêşiyê, her wiha dîrokê û buyerên ku  rû bi rû maye bi şêwazê helbestan bi bîr tîne û ji zarok û derdora xwe re vedibêje. Wehîde Mihemed xwandin û nivîsandinê ji ber sedemên şert û mercan neçûye dibistanê, nizane. Gotinan bi hestên xwe tîne gel hev û bi helbestwarî tîne ser ziman.

‘Bi naskirina Leyla Qasim re min xwe nas kir’

Wehîde Mihemed di destpêka nirxandina xwe de bandorbûyîn û serbilindahiya xwe bi jinên ku mohra xwe li dîrokê xistine bi lêv kir û wiha destpêkir: “Di temenek biçûk de min xwe bi Leyla Qasim re nas kir, ez gelek jê bandor dibûm û pê serbilind dibûm, ji ber jinek kurd e ku her bi qehremantiya xwe li ser zimanan bû û wêneyên wê di her malekê de hebû. Bi sedan jinên dîtir yên mîna wê hene, lê mixabin dîrok behsa wan nake, fedekartî û berxwedana wan nîşan nade. Bi saya Rêber Apo û tevgera azadiyê ew jin êdî tên nasîn û bi bîranîn.”

‘Min li ser kurê xwe yê şehîd û hevalên wî helbest digotin’

Wehîde Mihemed da zanîn ku gelek ji guhdarkirina stran û helbestan hez dike û wiha got: “Ji ber min gelek ji stran û helbestan hez dikir min her lê guhdar dikirin. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’an de ku kurê min jî di nav de cîh girt û şehîd ket, min dest bi gotina helbestan kir. Li ser bêrîkirina kurê xwe û berxwedaniya wî û hevalên wî min helbest digotin.

‘Mifta çareseriya pirsgirêkan Rêber Apo ye’

Wehîde Mihemd diyar kir ku di her kêliyê de helbest nayên gotin û helbest îlhamê dixwaze û wiha berdewam kir: “Ez her car nikarim helbestan çêkim yan jî bêjim ji ber helbest ilham dixwaze. Dema ez ji buyerekê bandor dibim yan li ser tiştekî difikirim di demek pir kurt de gotinan tînim li gel hev û dikim helbest. Di helbestên xwe de balê dikşînim li ser jinên her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li zîndanan de li ber xwe didin, di şer de destanan dinivîsînin û her wiha yên di hemû qadên jiyanê de pêşengtiya berxwedanê dikin. Helbestên min yên di derbarê Rêbertî de jî bale dikişîne li ser hêz û bandora fikir û felsefa wî û diyar dikim ku mifteya çareseriya hemî pirsgirêkan Rêber Apo ye.”

‘Her helbestek çîrokeke’

Wehîde Mihemed projeyên xwe yên demên pêş bi bîr xist û wiha bi dawî kir: Her gotinekî helbestan pirtûkek e, di wan gotinan de jî hestên bi wateyan dagirtî hene. Ez dixwazim li ser hezkirina axê, di nav de xîtabî pîrozbûyîn, bedewî û dewlemendiya axa welatê xwe bi helbestan bikim. Her wiha li hemberî kesên ji welatê xwe derdikevin dixwazim bi riya helbestên xwe wan şiyar bikim, bi wan bidim hîs kirin ku nirxê însanan di welatê wan da ye û bang bikim ku şûna biyanî bijîn bila xizmetî şoreşa li welatê xwe bikin.”