Bi rengan çîroka jinên Sahrayî dibêje
Wênesaza Cezayîrî Marwa el-Xeyir mîrata Sahrayî bi hunera neşênber re tevlihev dike da ku berhemên ku jinên Sahrayî bi rengên zindî nîşan didin biafirîne, meraq û hewesê vediguherîne tabloyên tijî hêz, evîn û aştiyê.
RABIA XERÎS
Cezayîr – Wênesaza Cezayîrî Marwa el-Xeyir ku ji çanda Sahrayê îlham girtiye, di tabloyên xwe yên razber û fîguratîf de jiyan û nasnameya jinên Sahrayê pêşkêş dike, rengan bi motîfên kevneşopî re tevlihev dike.
Marwa el-Xeyir ne tenê wênesaz e; ew di heman demê de helbestvanek rengîn e, parêzvanek dilsoz a bîranîna Sahrayê ye û hunermendek e ku bi dilgermî û aqilmendî dîmenên jiyana çolê tîne ser tuwalê. Di cîhana wê de huner, dibe yek ji formên herî bilind ên îfadeya mirovan.
Hunermend beşdarî gelek festîvalan bûye. Di nav vana de 10’emîn Festîvala Çandî ya Afirîneriya Jinan a Neteweyî jî heye. Ev Festîval armanc dike ku dewlemendiya çandî ya berfireh a başûrê Cezayîrê nîşan bide. Marwa her wiha beşdarî Festîvala Çandî ya Hunerên Plastîk a Hemdem a Navneteweyî jî bû.
Pêşkêşkirina portreyek jinek Sahrayî ya afirîner
Marwa el-Xeyir keça bajarê Ayn Salah e. Ev bajarekî kûr ê di çola Cezayîrê de ku bi mîmariya xwe ya dîrokî û qesr û kelehên navdar tê nasîn e. Marwa, mezûna Dibistana Hunerên Bedew a Mostaganem a li rojavayê Cezayîrê ye. Hunermend dibêje ku tabloyên wê jineke Saharayî ya pir afirîner nîşan didin. Ne tenê bi hunerên destan ên kevneşopî û kelûpelên çermî yên navdar ve sînordar in. Di heman demê de xwedî cûrbecûr pisporiyê ne, ji wênekêşiyê û boyaxkirina bi rûn bigre heya boyaxkirina bi qûm û gilê û modelek holîstîk ji bo afirîneriya jinên Sahrayî pêşkêş dikin.

‘Boyaxên min giyan didin berhemên min’
Marwa dibêje “Boyaxkirin hobiyek e ku min ji zarokatiyê ve jê hez kiriye û pratîk kiriye; tiştê ku ez di tabloyên xwe de nîşan didim îfadeya meraqa min a hundurîn e.” Hunermend Marwa destnîşan dike ku ew di hilberîna xwe ya dîtbarî de bi giranî boyaxên akrîlîk bikar tîne û lê zêde dike ku ev boyax giyan didin berhemên wê. Marwa el-Xeyr tekez dike ku ew naxwaze karê wê bi herêma Sahrayê ve sînordar be û gotinên xwe wiha didomîne: “Min hewl da ku vê astengiyê bişkînim û rengên din ên ku bi evîn, hest, enerjî û aştiyê dilerizin bikar bînim. Ev min ji hunermendên din ên Sahrayê cuda dike.”
"Jina Saharayî" beşek girîng a mijara wê ye. Hunermend wê bi melhafe, cilûbergek jinan a kevneşopî ya taybetî ya herêmên başûr, ku bi gelemperî bi rengên zindî yên wekî pembe, şînê deryayî, porteqalî û sor tê boyaxkirin, nîşan dide. Ev reng evîna jina Sahrayê ji bo jiyanê û zindîtiya wê tevî hemû zehmetiyan nîşan didin. Marwa el-Xeyr dibêje ku ew bi zanebûn kêliyên watedar ji jiyana jinên Sahrayê ku di jiyana rojane de kêm caran têne dîtin, nîşan dide. Di berhemên xwe de, ew tercîh dike ku li ser rewşên psîkolojîk ên cûda yên wekî hêz û sebir bisekine. Her wiha eleqeyek wê ya taybet ji bo tabloyên bi mijarên kevneşopî heye.
Hestek meraqê ya xurt wê ber bi keşfkirina xeyala xwe ve bir
Marwa el-Xeyr ku berê xwe da hunera neşênber, dibêje ku ev huner armanc dike ku ji formên kevneşopî yên temsîlkirinê dûr bikeve û bandora xwe bi rêya şekil, reng, şêwaz û sembolan diyar dike. Marwa tekez dike ku sirra li pişt hilbijartina wê ya hunerê hesta wê ya bihêz a meraqê ye û ew dibêje ku ev meraq di heman demê de hêza ajotinê ya li pişt keşfkirina xeyala wê ye.
Marwa diyar dike ku her kes xwedî aliyek û hewesa xwe ya bêhempa ye, çîrokek bêhempa jî bi rengan parve dike. Ew dibêje, “Meraq min diajo û min ber bi kifşkirina ka reng çawa çêdibe, çawa xwe îfade dike û çawa reng hestên erênî, geşbînî û enerjiyê di hundirê me de teşwîq dikin.”