Bi keda jinan li Hewremanê pirtûkxaneya duyemîn
Pirtûkxaneya ku bi hewldanên Baxçeya Kulîlkan li gundê Surêtefî ya Hewremanê hatiye vekirin, armanca wê belavkirina çanda xwendinê û parastina zimanê zikmakî ye.

ESRA EZÎZÎ
Hewreman – “Baxçew Goralâ” (Baxçeya Kulîlkan) civatekî ku ji şeş jinên ji Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê pêk tê. Baxçew Gorala di sê salên dawî de bi hewldaneke mezin û hevkariyê kariye du pirtûkxaneyan ava bike. Ev jin bi awayekî serbixwe û bêyî tu piştgiriyê bigirin, baweriya pirtûkhezan û kesên bi fikar bi dest xistine. Her wiha karîne ku bi pirtûkên hatine bexşandin û alîkariya gel, ronahiya pirtûkxaneyê li gundên ku bi salan in ji vê xizmetê bêpar hatine hiştin, pêxe.
Navnîşana pirtûkxaneya duyemîn gundê Surêtefî ye
Bi hewldanên Kejal Bîglerî, Îlam Moradî, Sera Resulabadî, Çenûr Şefîî, Biyan Restemîpur û Mehna Saîdî, duyemîn pirtûkaneya “Baxçew Goralâ” vê care jî li gundê Surêtefî hatiye avakirin; ev pirtûkxaneya ku di encama hewldanekî çar mehan de hate avakirin, niha bi eleqeya germ a şêniyên gund tê pêşwazîkirin. Armanca bingehîn a “Baxçew Goralâ” belavkirina çanda xwendinê di nava zarok û mezinan de û parastina zimanê dayikê ye. Ev jinan ji bo avakirina pêbaweriyê bi evîna zanînê, rêyekî ku roj bi roj mezin dibe dane destpêkirin.
Xelkê gundê Surêtefî, hin nivîskar û helbestên Hewremanê û komaleyên wêjeyê ya Sine tevlî vekirinê bûn. Jinên li gund tevî zarok û neviyên xwe bi salan in bi heyecaneke mezin li benda vekirina pirtûkxaneyê bûn. Ev pirtûkxane dibe ku bibe nîşaneya ronahiya ji bo pêşeroja zarokan.
Axaftina vekirinê bi axaftinên li ser pêvajoya avabûna pirtûkxaneyan, girîngiya xwendina pirtûkê û pêwîstiya parastina zimanê dayikê destpê kir. Her wiha stran û helbestên Hewremanê hatin xwendin, ji bo zarokan bernameyek bi coş hate lidarxistin û di dawiyê de pirtûk û lênivîskên logoya “Baxçew Goralâ” li ser e, hate diyarîkirin.
Pirtûkxane ji aliyê jinekî gund ve bi awayekî sembolîk hate vekirin û ev kêlî bi kêfxweşî û dilxweşiya gel hate pîrozkirin.
Armanc pêşxistina zarokan e
Yek ji damezrînerên vê komê Îlam Moradî wiha dibêje: “Em îro 19’ê Îlonê ji bo pîrozkirina vekirina pirtûkxaneyekî li Surêtefiyê ji bo zarokan, kom bûn. Me şeş meh berê jî li gundê Cenînê pirtûkxaneyeke wiha ava kiribû û dengvedanekî çandî û wêjeyî kir. Armanca me ew ku zarokên pêşerojê zêdetir beralî zanistê bibin û di vê rêyê de dewam bikin. Ez kêfxweş im bi 5 jinan re me ronahiya ku pirtûkxaneyan vêxist. Ez hêvî dikim ku di demekî nêzîk de kesên bi huner û wêjeyê re mijûl dibin, zêdetir alîkarî bidin me û zêdetir gund di siya vê çandê de cih bigirin.”