Bi gotina stranan enerjiya xwe der dikin û jiyan xweştir dibe

Jinên ku li mekanê Weqfa Pêşxistina Hunerê ya Marakeşê tên bi hav, ji aliyekî ve bi stranên ku dibêjin, enerjiya xwe ya pozîtîf zêde dikin ji aliyekî ve jî behsa fikir û tecrubeyên xwe ji hev re dikin.

RAJA KHAYRAT

Mexrib – Weqfa Pêşxistina Çand û Hunerê ya Marakeşê ji bo jinên ku di warê muzîkê de xebatên xwe dimeşînin deriyê xwe vekir. Jin bi saya cihê ku hatiye vekirin êdî tenê bi gotina stranan bi sînor namînin, fikir û tecrubeyên xwe jî bi hev re parve dikin.

Berpirsyara xebatên çand û hunerê ya weqfê Hayat Ghafirî, diyar kir ku destpêkê jinan di çarçoveya atolyeyên şanê de îlahiyan gotine lê niha di navbera wan de di warên din de jî ahangek çêbûye. Hayat Ghafiri, diyar kir ku wan dest bi xebatên atolyeyê kirine û got: “Bi saya wan xebatan jin ji malê derketin û ji bo demên xwe bi kêfxweşî derbas bikin ev bû riyek ji wan re. Di heman demê de ji bo gelek jinan derfet çêbû ku ji jiyana rûtîn derbas bibin û ji xwe re hobî çêbikin.” 

‘Bandoreke mezin çêdike’

Hayat Ghafîrî da zanîn ku dema ku jin stranan dibêjin, fikrên xwe ji hev re dibêjin, bi hêz dibin û ji zextên ku di jiyanê de li ser wan çêbûne rizgar dibin û wiha domand: “Mekanê ku hat avakirin, ji bo jinan wekî nan û av e. Di dîroka Marakeşê de jinên bi hêz û azad hene. Jinên bi navê Zeyneb El-Nafzavî û Zehra El-Kuş ên xwedî fikir û zanînê ne, xwedî konseya ku ji her aliyê cîhanê jinan aniye ba hev û wan beşdar kiriye ne.”

Hayat Gahafîrî ragihand ku du meh piştî avakirina weqfê bi enstîtuya ku hatiye sazkirin re gelek jin beşdarî atolyeyên muzîk û şanê bûne û wiha got: “Di enstituyê de ligel atolyeyên şanê, yên wêne, xet û hunerên dîjîtal jî hene. Her wiha têkilarî “polên hotatiyê” aktîvîte hene. Jin tevî dema kurt a di enstîtuyê de diborînin jî bandorek mezin çêdikin.”

‘Em stranên Mexrib û rojhilat dibêjin’

Seroka Komeleya Sîmgeya Çand û Şanoyê Thuraya Al-Jaid jî wiha axivî: “Tevî ku bi salan e ez li ser dikê perwerdeya lîstikvaniyê digrim jî bi saya weqfê beşdarî koroya jinan bûm. Ji ber ku ez warê alîkariyê zarokên xwedî pêdiviyên taybet de dixebitim, di warê xebatê û departmanê de ji bo min bû alîkar. Em stranên Mexribê û yên rojhilat dibêjin.”

‘Enerjiya pozîtîf dide me’

Al-Tabbaa ya ku ji jinan îlham digre jî dibêje: "Tevî ku min zanîngeh qedandiye jî min biryar da ku bixebitim, xwe û zarokên xwe xwedî bikim. Ez bi beşdarbûna vê koroya jinan şanaz im, bi saya vê koroyê ji jiyana rojane rizgar bûm. Derfet çêbû ku ez gelek jinan nas bikim, ez bi wan re dikarim tecrube û bîranînên xwe parve bikim. Bi çend saetên ku em bi hev re derbas dikin, em ji sînorên di jiyanê de û mecbûriyên ku mirov aciz dikin rizgar dibin û enerjiya pozîtîf digrin. Hevdîtina me jinan derfet çêdike ku em fikrên xwe ji hev re vebêjin, stranan bibêjin, bextewar bibin û têkildarî jiyanê şîretan li hev bikin.”

Aktivîst Îlham El-Îdrîsî jî got ku wê bi salan jiyana xwe bi xwedîkirina zarokan û bicihanîna pêdiviyên wan derbas kiriye û bi van gotinan bal kişand ser girîngiya koroyê: "Demên ku ez di koroya jinan de derbas dikim wisa xweş in ku ez xwe weke zarokek keçik hîs dikim. Gotina stranan hestek xweş e ji bo min. Bi saya vê yekê ez karên xwe yên rojane baştir dikim û enerjiya pozîtîf digrim.”