Bi dirûtina cilên kurdewar çanda xwe diparêze

Di çanda gelê Kurd de cil û berg xwedî cure û teşeyên dewlemend in. Ji qumaşê wan bigre heta modela wan, li gorî herêman cureyên cil û bergên kurdewar hene û heta roja îro jî reseniya xwe diparêzin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helebçe- Cil û bergên Kurdewarî ji çanda gelê Kurd a kevnar ve hebûna xwe parastine û li gelek herêman hê jî Kurd, cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe dikin û heta roja îro jî anîne. Gelek jin hene hê jî cil û bergên ji çanda Kurdewar di jiyana xwe ya rojane de li xwe dikin. Jinên ciwan jî piranî dema ku dibe werza biharê û di dawet û merasîmên taybet de wan cilên hunerî û bedew li xwe dikin.

Ji zarokatiya xwe ve cil û bergên kurdewar didirû

Yek ji wan jinên ku xwedî vê çandê ye jî Bêxal Abdullah e. Bêxal ji Helebçeyê ye û cil û bergên çanda Kurdî didirû. Ew di sala 1974’an de ji dayik bûye. Hê di temenek ciwan de di sala 1987’an dest bi karê dirûtina cil û bergên çanda Kurdî kiriye. Bi giştî cil û bergên ku çêdike bi awayê klasîk û folklorî şêwe dide wan û dibêhe: “Ji ber ku em Kurd resen in divê em çanda xwe biparêzin.”

Bêxal Abdullah diyar kir ku her çendî ji ber kîmyabarana sala 1988’yan ji Helebçeyê koçber bûne jî lê belê di koçberiyê de jî kare xwe yê dirûtinê berdewam kiriye.

‘Cilên çanda Kurdî gelek hêja û resen in’

Bêxal destnîşan kir ku dirûtina cil û bergên çanda Kurdî zehmet e lê bele xweşik bûn û wiha got: “Hemû parçeyên cilên çanda Kurdî diviyabû rûyek bi wan ve hebûya hemû heşt yan jî çar parçe bûn. Lê belê dirûtina cilan niha hêsan bûye dîzayn û qumaşê wan diyar e û divê li gel wê jî reseniya cilên çanda Kurdî biparêzin. Ez gelek kêfxweş im ku ev çend sal in cil û bergên çanda Kurdî bi awayekî klasîk di didirûm. Ez bi xwe jî her dem van cil û bergan li xwe dikim ji ber ku gelek xweş in û dema li xwe dikim xwe baş hîs dikim.”