Beşdarên Mîhrîcana Cilûbergên Kurdî: Divê çanda me bê parastin
Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Cilûbergên Kurdî bûn, dan zanîn ku ji bo danasîna cilûbergên Kurdî divê çalakiylên bi vî rengî zêde bibin û xwestin ku Kurd çanda xwe biparêzin.

ŞIYA KOYE
Koye – Bi dirûşmeya ‘Li pey zanist û jibîrnekirina çanda me ya netewî’, Peymangeha Teknîkî ya Koye bi çavdêriya serokê zanîngeha Teknîkî ya Hewlêrê, di 28’ê Nîsanê de Mihrîcana Roja Peymangehê hat lidarxistin. Di mihrîcanê de gelek berhemên jinên ciwan hatin pêşandan.
‘Li gor daxwazan kofiyan çêdikim’
Lavîn Emîr ku beşa Endezyariya Çandiniyê temam kiriye, ev 16 sal in karê nexşandina kofiyan û cil û bergên Kurdî dike. Lavîn da zanîn ku ji karê xwe gelek hez dike û bi van gotinan behsa serpêhatiya xwe ya vê pîşeyê kir: “Min ji zaroktî ve dest bi vî karî kiriye û ev 5 sal in bi riya malpera xwe difiroşim. Karê min ne tenê çêkirina kofiyan e, ew dizaynên ku berê li ser cil û bergên Kurdî hatine bikaranîn, dûbare nû dikim. Şêwazê kofiyan li ser cilê Kurdî yên hemû herêman çêdikim. Ne tenê yên Koye. Ev kofiya ku min xistiye serê xwe, şêwazê dîzayna Silêmaniyê ye. Li gor daxwazan kofiyên herêman çêdikim.”
‘Divê em cil û bergên xwe biparêzin’
Lavîn Emîr diyar kir ku armaca wê ya sereke parastina şêwazên cil û bergên resen e û wiha got: “Cil û bergên Kurdî cilên me yên netewî û çandî ne. Divê weke netewên din em biparêzin. Jê hez bikin, da ku ev çand wenda nebe û bi nifşên nû bidin nasîn. Ger fikrê her jinek hebe, divê bike û divê tu car dereng nemînin û destpê bikin. Ger bixwazin, wê bibin xwedî aboriya xwe û wê karê destê xwe bikin. Min destpêkê ji sifrê destpê kir û heta îro didomînin. Gelek kes daxwaza tiştan dikin. Ji Koye, derveyî Koye û heta derveyî welat jî dixwazin.”
‘Hemû kelûpelên kevin bikar tînim’
Lavîn Emîr di karê xwe de jîngeh ji bîr nekiriye û sûdê ji kelûpelên kevin digre. Lavîn da zanîn ku carna qumaş yan jî cilek kevin navêje û dûbare tiştek nû jê çêdike, sûdê ji dibîne. Lavîn anî ziman ku dema dibîne kesek cilên Kurdî yên li xwe kiriye vedişêre, gelek acis dibe û wiha got: “Gelek caran jin ew cilên xweşik vedişêrin. Ez gelek kêfxweş dibim ku cilên Kurdî bi awayê kevin werin dirûtin û dawî li çanda Ewropayê bînin.”
‘Bi saya van mihrîcanan em berhemên xwe didin nasîn’
Emîre Mihemed jî bi karê dest û aksesuaran beşdarî Mihrîcanê bûye. Emîre jî wiha got: “Ez karê çêkirina aksesuaran dikim. Li ser daxwaza kesan aksesuaran çêdikim. Piraniya karê me çandî ne û ez modelan têkel dikim heta tiştek xweşik jê derxim. Lidarxistina van cûreyên mihrîcanan ji bo me gelek bi sûd e, ji ber ku em tê de berhemên xwe didin nasîn.”