Bedewiya Tûnisê li ser tabloyên xwe zindî dike

Wênexêz Hindê El-Oeîdî di rengan de cîhanek dît ku tê de dikare ji azadiyê nefes bigre û hest û ramanên xwe bide der. Bi saya piştevaniya malbata xwe wê karîbû bi qada hunerî ya Tûnisê ji xwe re cihekî çêke.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Hindê El-Obeîdî wênesazek xwefêr e ku hunera abstrakt wek cihek ji bo xwe îfadekirinê dipejirîne. Ew di her tabloyekê de jiyanek nû temsîl dike, mohreke bêhempa û peyameke kûr a mirovî hildigre.

Hezkirina ji rengan a hunermend Hindê El-Obeîdî, di zarokatiya wê de destpê kir. Di 6 saliya xwe de, têlên rengîn ên ku dapîra wê ji bo çêkirina margoumê bi kar dianîn, temaşe kir, paşê bi kelecanî têlên mayî berhev kir û ferq kir ku reng, cîhana wê ya rastîn e.

'Pêşangeha min a yekem tu car nayê jibîrkirin'

Hindê El-Obeîdî diyar kir ku ji sala yekem a dibistanê ve, tenê xwe dispêre rengan û wiha berdewam kir: “Berî ku ezmûna min bibe wênesaziya abstrakt, min bi awayekî xweber xêz dikir. Dayîka min ji bo min pir dixebitî û her pereyê ku wê dida min, min pêdiviyên pirtûkxaneyê dikirî. Pêşangeha min a yekem jî tu car nayê jibîrkirin ku min nîvê tabloyên xwe firot."

Pêşangehên nûkirî û berhêmên wê

Hindê El-Obeîdî ji sala 2015'an vir ve çar pêşangehên takekesî li dar xistiye, ku ji Galeriya Salah El-Dîn li Sidi Bou Said destpê kiriye. Ew vê yekê wek kêliyek girîng a di kariyera xwe de dibîne. Hindê got: "Galerî min hembêz kir û motîvasyonek xurt da min ku ez berdewam bikim. Di her pêşangehekê de bi qasî 28 tabloyan pêşkêş dikim ku her yek bi şêwaz û wateya xwe ya cuda ye. Min hunera abstrakt bijart, ji ber ku ew ji bo xwe-lêgerîn û îfadeya azad cîhek fireh peyda dike. Xwezaya Tûnisê wek çavkaniya sereke ya îlhama xwe dibînim. Welatê me yê xweşik, bi çiya û deryaya xwe, çavkaniya evîna min a ji bo rengan e. Ji ber vê ez wê bi awayekî taybet ji nû ve xêz dikim û bi rengek cihêreng ronî dikim."

Piştgiriya bi gelê Filistînê re

Tevî ku balê dikişîne ser abstraksiyonê jî, tabloyên Hindê El-Obeîdî peyamên bi aliyekî mirovî hildigirin. Wê keştî di dema bûyerên berxwedanê de bi awayekî xweber boyax kir û beşdarî xatirxwestinê ya ji karwanek hevgirtinê li Sidi Bou Said bû. Wek beşdarbûnek di îfadekirina piştgiriya xwe ya ji bo doza Filistînê de hesiband.

Ji bo hunermendên ciwan banga piştgiriyê

Hindê el-Obeîdî bawer dike ku hunermendên ciwan di destpêka kariyera xwe de piştgirî û cihên taybet ên ji bo pêşandanê nabînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Min malbata xwe li kêleka xwe dît, lê yên din çavkaniyên wan tune ne ku bixebitin an pêşandanê bikin. Ciwan hewceyê piştgiriyek bêtir in. Ji ber ku ew xwedî jêhatiyên rastîn in. Huner, bedewiya hunerê û dilsoziya hunerê dihêlin ku ez hestên xwe û hestên mirovên li dora xwe bidim der. Min cîhana xwe bi tena serê xwe xêz kir û her tabloyek min jiyan, derya, ronahî û evîna jiyanê dihewîne."