Çand bi fêrkirina zarokan derbasî nifşan dibe

Nujîn Şen a 8 salî ku du sal in beşdarî koma govendê bûye û dixwaze xwe fêrî ensturmana tembûrê jî bike, qala hezkirina xwe ya çanda xwe dike û dibêje ku ew dixwaze bibe mamosteyek xurt.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Li cîhanê her civak xwedî çand û hunerek cuda ye û bi çand û hunera xwe tê nasîn. Çanda gelê Kurd çandeke dewlemend e. Govend beşeke girîng a çanda Kurdî ye û hestên mirovan derdixe holê. Hem kesên ku dilîzin û hem jî yên temaşe dikin kêfxweşiyek mezin jê distînin. Çanda gelê Kurd ji  gotina stranan bigre heta dengbêjiyê ji amûrên mûzikê bigre heta govendê xwedî gelek rengan e. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku çand û huner bi destên jinan bi pêş ketiye. Çand û huner bi destên jinan heta roja me ya îro hatiye û bi fêrkirina zarokan derbasî nişfan bûye.

Yek ji cihên ku herî zêde çand û hunera Kurdî li zindî ye, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) e. Dima ku mirov di kolanên wargehê de derbas dibe, komên zarokan ên li hev kom bûne, stran distrên an jî govendê digerînin dibîne. Bi taybetî jî di hemû şahî û pîrozbahiyan de çand û hunera Kurdî bi awayekî herî şênber xuya dibe. Ji komên govendê yên dayikan bigre heta komên govendê yên zarokan, dîmenek bi kelecan derdikeve holê. Zarokên biçûk ên di komên govendê de cih digrin, bi çoş û kêrhatiyên xwe mirovan mest dikin. Yek ji kesên ku bi govenda xwe mirovan mest dike zaroka 8 salî ya bi navê Nûjîn e.

Nûjin Şen a 8 salî ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dijî, bi liv û tevgera xwe ya li ser dike, di nava wargehê de tê naskirin. Dema ku Nûjîn li ser dikê govendê digerîne, temaşevan bi kêfxweşî û kelacan lê temaşe dikin. Nûjîn bi temaşevanan re heyraniyê ava dike û çavên hemû kesan li ser Nûjînê ne.

Nûjîna ku di temenê xwe yê 5 salî de cara ewil di pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di pêşbirka govendê ya navbera dibistanan de wek surprîza koma govendê ya dibistana xwe derket ser dikê. Di 6 saliya xwe de dest bi rêwîtiya xwe ya govend gerandinê kir û ji vê demê heta niha weke bin govendî di komên govandan de cih digre.

Dema ku me xwest ji bo rêwîtiya destpêkirina govendê biçin gel Nûjîn, wê bi kêfxweşiyek mezin me pêşwazî kir. Kêfxweşî û kelecana Nûjînê, di çavên wê de diyar dibû. Dema ku me kameraya xwe ya vekir Nûjina ku di Navenda Stêra Zêrîn de cih digre, xwest bi stranek me pêşwazî bike. Piştî bidawîbûna strana xwe, dest bi vegotina destpêkirina rêwîtiya xwe ya govendê kir û got: “Min cara destpêke di 5 saliya xwe de di koma govendê ya dibistana xwe de weke surprîz derketim ser dikê û di 6 saliya xwe de min dest bi govendê kir. Dema ku xwişka min di govendê de cih girt, min jî xwest wek xwişka xwe cih bigrim. Ez hem li bin govendê û hem jî di nîvê govendê de cih digrim.”

‘Ez gelek ji gerandina govendê hez dikim’

Nûjîn, diyar kir piştî mamosteyên wê daxwaz kirine beşdarî koma govendê bûye û wiha qala xwe kir: “Rojek mamosteya me hat û got ku yên dixwazin di govendê de cih bigrin bila navê xwe binivîsînin. Yên ku xweş dilîstin berdewam kirin û yên ku nikaribûn ji wan re digotin xwe ji bo saleke din amade bikin. Min di Navenda Stêra Zêrîn de xwe fêrî govend û erbaneyê kir û dixwazim salek din fêrî sazê bibim. Govend ji bo min gelek xweş e, ez gelek hez ji gerandina govendê dikim.”

Nûjina biçûk, di kêliyên ku diaxivî de navber da û xwest stranek bibejê û strana xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Nûjîn, herî dawî diyar kir ku dixwaze dema mezin bibe, bibe mamosteyek xurt.