30 peykerên bi destê jinan li Galeriya Vala tê pêşandan
Li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna gelek şêwekar û dostên hunerê, ji aliyê Galeriya Vala ve pêşangehek ji bo nasandina berhemên şêwekarên jin hat vekirin. Pêşangeh dê mehek vekirî be.
Silêmanî – Li kargeha çandî ya Ceger a Silêmaniyê, ji aliyê 5 xebatkarên Galeriya Vala ve, bi amadebûna gelek şêwekar û wênekêşan, bi zêdetirî 30 wêne û peykerên şêwekarî pêşangehek hat vekirin û wê heta 22’ê Kanûnê bidome. Armanca vê pêşangehê nasandina hunera wênekêşan û şêwekariya jinan û ciwanên bajar e.
‘Armanc nasandina hunerê ye’
Şêwekar û xebatkara Galeriya Vala Nûwa Mehmûd wiha got: “Ev nêzî du mehan e, 5 şêwekar li kargeha çandî ya Ceger, ji bo vekirina vê pêşangehê dixebitin. Her wiha di nava şêwekaran de çend jin bi karên seramîk û wênekêşan jî beşdar bûne. Armanca vekirina vê pêşangehê nasandina hunerê û teşwîqkirina jinan e. Navê galeriya me Vala ye. Naveke Kurdî ye, armanca me ew bû ku navekî Kurdî lê bikin. Tê wateya nûbûnê. Ev galerî wê 30 rojan bidome. Da ciwan bi taybetî jin berê xwe bidin hunera şêwekariyê.”