10’emîn Mihrîcana Zarokan dest pê kir
Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn di bin dirûşmeya “Min destê xwe da destê zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan” 10’emîn Mihrîcana Zarokan dest pê kir.

Rimêlan – Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û bi tevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), mihrîcana 10'emîn a zarokan bi dirûşma "Min destê xwe da destê zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan" destpê kir. Mihrîcana ku dê sê rojan bidome, li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarê Rimêlanê hat lidarxistin.
Nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan zarokên Kantona Cizîrê beşdarî mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi beşdariya 35 komên ji Qamişloyê, 20 komên ji Hesekê, 10 komên ji Reqayê, 9 komên ji Kobanê û ji Helebê jî 9 komên şano, govend û stranan, tê lidarxistin.
Mihrîcan bi daxuyaniyek destpê kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Nûjîn Oso ve hat xwendin de hat destnîşankirin ku li welêt ev nêzî 15 sal in şer heye û wiha hat domandin: “Em jî di nav vî şerî de bi hemû cureyên wê jiyan dikin, ev bandoreke mezin li ser avakirina kesayeta me çêdike. Bi mayînan em tên bombebarankirin, bi koçberî û penabertiyê re rû bi rû dimînin, mafên me tên xwarin, pêlîstokên me têne stendin, xeyalên me tên dizîn, eşqa me ya saz û stranan, dîlan û govendan tên tunekirin, xêzkirina li ser rûpelên spî yên bi rengên xweşik tên reşkirin.”
‘Rêber Apo ji me zarokan re jî bu ronahiyek’
Nûjîn Oso diyar kir ku zarokbûna wan ji destê wan tê girtin û wiha pê de çû: “Di nav wê tarîbunê de Rêber Apo ji me zarokan re jî bu ronahiyek. Bi fikrên xwe re zaroktiya me xweş kir, destê xwe da me û ji me gelek hez kir. Xewn û xeyalên me ji xwe re kir heval û wate da nameyên me yên ku ji dilên me yên biçûk derketine. Bi helbestekî bersiv da hezkirina me, bi hebûna xwe Rêber Apo rih da me zarokan. Rêber Apo her tim dibêje min ti car ji xeyalên xwe yên zarokatî re xiyanet nekiriye. Îro Rêbertî ya me ji me zarokan re dixwaze cihanekî xeyalên zarokan tê de nayê şikandin ava bike. Em jî bi vî rihî bersîv bidin xewn û xeyalên Rêbertî yên zaroktiyê û em heya dawiyê ji bo xwen û xeyalên Rêbertî lîstokan biafirînin û dîlana azadiyê bigerînin û nameyên Rêber Apo pêk bînin.”
‘Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin’
Nûjîn Oso da zanîn ku ji hemû saziyên mafên mirovan û saziyên parastina mafên zarokan daxwazek wan heye û vê daxwaza zarokan wiha anî ziman: “Bila xeyal û lîstokên zarokan neyên perçiqandin û bi aramî û aştî bi Rêber Apo re em di welateki azad de bijîn. Em wek zarokên Bakur û Rojhilate Suriyeyê di bin pêşengtiya tevgera Hîlala Zêrîn de li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê festîvala xwe ya zarokan li dar dixin. Bi armanca pêşketina çand û hunera zarokan yên kû di dêstpêka sale de xwe perwerde dikin, bi hemû cureyên hûnerê, festîvala me dibe riya ku ev hest û xeyalên wan yên veşartî rû bidin. Li ser vê esasê em festîvala xwe ya zarokan bi hemleya ‘Em jî dixwazin Rêber Apo bibînin’ diyariyî Rêber Apo dikin û ji raya giştî re radighînin û nîşan didin ku di roja aştî ya cîhanê de dest bi fastîvala xwe dikin.”
‘Em vê mihrîcanê diyariyî Rêber Apo dikin’
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Komîteya Amadekar Zîlan Mecîd ajî vixî. Zîlan jî kêfxweşiya ji ber dîtina kenê zarokan anî ziman û wiha got: “Em 10’emin mihrîcana zarokan di bin diruşmeya ‘Min destê xwe da destê zarokan, wan ez gihandim azadiya asîmanan’ bi pêşengtiya Hîlala Zêrîn û tevgera Mezopotamya li we teva pîroz dikin. Em vê mihrîcanê diyariyî zarokên Şehidan û Rêber Apo dikin. Rêber Apo bi nameya xwe dilê zarokan geş kir. Zarok tovên aştiyê ne, di xeyalên xwe de azad in, di xewnên xwe de dewlemend in, di hunerên xwe de afirîner in. Ev mihrîcan ne tanê pîrozbahiyek, her wiha cîhek ji bo afirînerî û xeyalan e jî. Îro em we pîroz dikin, afirinerên pêşerojê. Ji ber ku em bawer dikin ku her zarokek xwedî jêhatiyek e ku li benda keşifkirin û pêşxistina wê ye. Bi riya hunerî, em fêr dibin çawa xwe îfade bikin û bi riya çandê em pencereyan vedikin ji bo cîhanên nû yên tijî raman û zanînê.”
Piştî axaftinan, sînevîzyonên li ser kar û xebatên zarokan yên 10 salan hatin temaşekirin, Mihrîcan piştre bi pêşkêşkirina komên hunerî domiya. 8 komên stran, govendê û şano yên ji bajarê Qamişloyê, Rimêlan, Tilkoçer, Koçerat û Tirbespiyê derketin ser dikê, folklor, çand û hunera xwe nîşan dan.
Mihrîcan dê sibê jî bi pêşkêşkirina komên din berdewam bike.