Kobanê bi deng û rengê biharê xemilî!
Zindîtiya biharê di hûrgiliyên jiyana gundan de xwe dide der û ahengek di navbera mirov û xwezayê de tişta herî bêhempa ye. Bihar li Kobanê ji demsaleke bêhtir, dişibe tabloyeke zindî ya erdê.
Kobanê – 21’ê Adarê nîşaneya hatina biharê ye. Dema ku xweza cilên xwe yên zivistanê ji xwe dike û bi kulîlk, darên fêkî û keskahiya daristanan xwe dixemilîne êdî mizgîniya biharê dide.
Kobanê bi barana zêde ya biharê rengîntir bû
Bajarê Kobanê li Rojava bi axa xwe ya berhemdar, deştên xwe yên fireh û bi qadên kesk ên bi genim, ceh û kulîlkên xerdelê hatine çandin tê nasîn. Her wiha baxçeyên xwe yên fêkiyan ku giyanê zindî didin deverê, tê xuyakirin. Îsal Kobanê bi barana biharê ya zêde têr bû. Vê baranê sûdeke zêde da erd û xwezayê.
Di vê demsalê de gund bi hemû rengan dixemilin. Di nava keskahî û rengên xwezayê de dewar, pez û çûk di nava zeviyan de digerin, di navbera mirov, heywan û nebatan de ahengek bêhempa çêdibe û bihara li Kobanê vediguhere tabloyeke xwezayî ya ku bi dengê çûkan zindî dibe.