Werzîşvan Şoxa bi piskiletê ji Helepçe çu Silêmaniyê

Werzîşvana ciwan a bi navê Şoxa bi piskiletê ji Helepçe ya ku 90 Kilometre ji bajarê Silêmanî dûr di 3 saet û nîvan de gihand Silêmaniyê.

Silêmanî - Xwendevana Beşa Werzîşê ya Zaningeha Helepçe Şox Rizgar Feteh bi piskiletê ji Helepçe heta Silêmaniyê çu. Werzîşvan Şoxa endamê koma siwarên piskilêtan a Helepçe ku di sala 2019’an de hatiye avakirine û bi xwe yek ji damezrênerên komê ye. Armanca wan jî ewe ku piskiletê weke çandekê bidin dîtin, ji ber piskilet hem bi tendiruste hem ji jîngehê qirêj nake. Şoxa bi piskiletê ji Helepçe ya ku 90 Kilometre ji bajarê Silêmanî dûr di 3 saet û nîvan de bi piskiletê gihand bajarê Silêmaniyê.
“Me 20 jinên ciwan hînî piskilêtê kirine”
Şox da zanîn ku Ew bi xwe dixwazin endamên koma xwe zêde bikin û ciwan hîn zêdetir berê xwe bidin werzîşa piskilêtê da ku bikarin Helepçe jî weke bajarên din yê Başûrê Kurdistanê bejdarî Mêhrîcanên werzîşên navxweyî û derve bibin û got: “Armanca me ewe ku jinên ciwan hîn zêdetir berê xwe bidin werzîşa piskilêtê. Ev nêzî dû salane koma me xwe fêrî piskiletê dikin û me kariye heta niha 20 jinên ciwan zêdetir fêr bikin. Ez bi xwe ji bajarê Helepçe bi piskiletê heta bajarê Silêmanî hatim armanca min ewe ku di demê pêş de bejdarî mêhrîcanên werzîşî bibim.”