Mariya Sol bû yekem jina ku Lîga Îtalî birêve dibe

Mariya Sol Fîrîrî Kabotî a 30 sakî bû jina yekem ku maça pola yekem birêve dibe piştî ku beşdarî lîsteya fermî ya hakeman a lîgê bû.

Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Futbolê ya Îtalyayê ragihand ku Mariya Sol Fîrîrî Kabotî ji bo rêvebirina maçên 2022-2023'an hate tayîn kirin, ku bi vê yekê ew bû jina yekem ku maça pola yekem birêve dibe piştî ku beşdarî lîsteya fermî ya hkeman a lîgê bû.

Di 2007'an de, Mariya Sol Fîrîrî Kabotî beşdarî Komeleya Hakeman bû û di lîgên herêmî de xebitî berî ku di sala 2015'an de dest bi rêvebirina maçên rêza çaremîn kir û piştî wê bi çar salan du pêşbirkên şampiyoniya Jinan a Ewrûpayê birêve bir.