Lîstikvana tenîsê Meyar Şerîf ji bo Olmpiyadan amadeye

Lîstikvana Tenîsê ya Misrî Meyar Şerîf, piştî serketina duh a li Fransa li hemberî lîstikvana Rus Oksana Selekhmeteva bidest xistî ji bo beşdarbûna Olmpiyatan amadeye.

Qahîre - Lîstikvana Tenîsê Meyar Şerîf astengiyên mezin derbaskir û xwe gihand çarîkfinalê û destkeftiyek ku berê tu lîstikvanek Misirî negihiştiyê bi dest xist. Duh jî li Fransayê derket pêşberî lîstikvana Rus Oksana Selekhmeteva û bi serket êdî Meyar Şerîf xwe amade dike ku beşdarî Lîstikên Olîmpiyadê yên Tokyoyê bibe û vê serkeftinê re di rêza jinên lîstikvanên tenîsê de li cîhanê gihîşt pileya 117'emîn. Meyar Şerîf a 25 salî, heta niha di şampiyoniya tenîsê ya jinan de serkeftinên mezin bi dest xistiye.