Lîstikvan Lydia Ko Xelata Aramco ya Jinên Siûdiyê girt

Lîstikvana Zelandaya Nû Lydia Ko di Golfa Navneteweyî ya Aramco ya Jinên Siûdîyê de bi ser ket.

 
Navenda Nûçeyan - Lîstikvana Zelandaya Nû Lydia Ko di Golfa Navneteweyî ya Aramco ya Jinên Siûdî yê de bi ser ket. Jixwe pêşbaziya şampiyoniyê di 4'ê Mijdarê de dest pê kir û yek ji şampiyoniyên tûra Ewropayê ya jinan e ku ji hêla sindoqa veberhênana giştî ve tê pêşkêşkirin.
Di nava sed lîstikvanna de Lydia bû yekemîn
Zêdetirî 100 lîstikvanên Golfê yên navneteweyî beşdarî şampiyoniyê bûn. Athaya Thiktikol a Taylandê ket rêza duyem ji ber ku 18 derbe tomar kir lê rêza sêyem di navbera Carlotta Seganda ya Spanî û Alice Hewson a înglîz de hat parvekirin ku her yek ji wan 13 derbe bi dest xistin. Bi vî rengî Lydia Ko di rêza yekem de cih girt. 
Hêjayî gotinê ye ku Lydia Ko lîstikvana fotbolê ya profesyonel e, bi eslê xwe Koreyî ye li Zelandaya Nû ji dayik bûye û di 17 saliya xwe de di sala 2015’an de di rêza yekem a golfê de cih girt û bi vî rengî bû lîstikvana herî ciwan ji her du zayendan ku di rêza yekem a Golfê ya profesyonelan de cih girt. Ew di sala 2016’an de bû lîstikvana herî ciwan û du şampiyoniyên sereke yên jinan bi dest xist.