Federasyona Hentbolê di krîza mayo de paşve gav avêt

Federasyona Navneteweyî ya Hentbolê qûralên xwe yên li ser forma nû kir û ji bo şertên mayo yên werzişvanên hentbolê yên plaj paşve gav avêt.

Navenda Nûçeyan- Federasyona Navneteweyî ya Hentbolê ji bo lîstikvanên jin ên hentbolê yên plajê lixwe kirina mayo mecbûrî kiri bû. Sazi, bi vê biryara ku di meha Tîrmehê de girtibû rexne komkiribû.
Tîma hentbolê ya jinan a Norwêcê ku mayo li xwe nekiribû, di dema şampiyoniyê de 1500 euro ceza hat birîn. Ev biryar weke zayendperestî hatibû şîrovekirin û bang hatibû kirin ku mecbûrîtiya mayo bê rakirin.
Federasyonê di der barê guherîna rêziknameyê de tu daxuyanî neda, lê di rêveberiya rêziknameya dawî ya 3'ê Cotmehê de hat dîtin ku forma wek mayo nehatine diyarkirin. Li gor pirtûka rêziknameyê, jinên werzişvanên hentbolê dê bikaribin şort û cilên ser ku dizeliqîn bedena wan li xwe bikin.