“Bila jinên ciwan berê xwe bidin tîma voleybolê”

Lîstikvanên tîma voleybolê ya xweser li Herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê teqez kirin ku lîstikvaniya voleybolê ji bo jinên ciwan pir baş û bi sûd e. Divê jinên ciwan berê xwe bidin tîma voleybolê."

HESNA MIHEMED
Şehba- Yekem şampiyona cîhanî ya voleybola jinan di sala 1952'an de hat lidarxistin. Voleybol yek ji sporên gelêrî yên di cîhanê de ye. Her tîmeke voleybolê ji 12 endaman pêk tê ji wan şeş endam fermî dilîzin û şeş jî yedek in, ev lîstik di holan de tê lîstin. Di her tîmekê de sê hewldanên derbaskirina gogê ji tîma din re heye, eger her sê hewldan bin kevin, tîma din otomatîk yek nuqte qezenc dike. Li Kantona Şehabyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tîma voleybolê ya xweser di dawiya sala 2020'an de hat avakirin. Ev tîm gelek derfet ji jinên ciwan ên koçberên Efrînê re vekir û gelek ji wan berê xwe dan tîma voleybolê. Hefteyê du rojan nêzî sê saetan tîma voleybolê perwerdeyên xwe dibînin. Der barê lîstika voleybolê de lîstikvanên jin ji me re axivîn
“Min hêz û kesayeta xwe di voleybolê de dît”
Lîstikvana Roliyane Xelîl ku cihê xwe di tîma voleybolê ya gundê Til Qireh digire wiha behsa coşa jinan ji lîstokê re kir: "Tîm bi coşeke mezin dilîzin, em giştî jin cihê xwe tê de digirin. Em û tîmên dîtir dijberî hev dilîzin lê armanca me ne serkeftin û binketin e, armanca me ew e ku her jinek xwedî li meraqên xwe derbikeve û serkeftina tîmekê serkeftina me hemûyan e. Her tîmek tîma dîtir temam dike û bi rihekî alîkar û hezkirî li beramberî hev derdikevin. Hejmara tîma me ber bi zêdebûnê ve diçe, ev jî cihê serkeftinê ye ku rê ji her jinekê re vebû ji bo cihê xwe di werzîşê de bigire. Piştî derbasbûna min ji tîmê re hezkirineke mezin di dilê min de ava bû. Min di vê lîstokê de hêz û kesayeta xwe dît. Lîstoka Vollybollê ji lîstokên dîtir pir xweştir e."
“Berê xwe bidin nav tîma voleybolê”
Ji bo ku voleybolê bilîze ji gundekî derbasî gundek din dibe û mereqên xwe pêk tîne. Lîstikvan Evîndar Osman ku cih di tîma Serdem de digire wiha behsa lîstika xwe ya voleybolê dike: "Ez ji navçeya Ehdasê derbasî gundê Til Qireh dibim ji bo lîstika voleybolê bilîzim. Tîma me ji 12 jinan pêk tê, me li ser asta Kantona Şehbayê asta yekemîn di lîstika voleybolê de girt. Em gelek kêfxweş bûn û me moral û hêz ji heval û malbetên xwe girt. Dema em li ser asta Şehbayê bi ser ketin mereqa me ji lîstikê re zêde bû. Xwesteka me ji her jineke ciwan re heye ku xwedî li daxwazên xwe derbikevin û yên ji werzîşê hez dikin cih tê de bigrin. Werzîş gelek bi sûd e ji tenduristiya mirovan re û nexweşiyan tedawî dike. Em hêvî dikin jinên ciwan berê xwe bidin tîma voleybolê ji bo em tîma xwe xurtir bikin."