Ziman û nasnameya Kurd di rêzefîlman de çawa tê qirkirin?
Xebatkara Komeleya Çand û Hunerê Bêrîvan Sakin destnîşan kir ku pîşesaziya rêzefîlman û mîhrîcanên fermî çanda Kurdî ya Mêrdînê dejenere dikin û bal kişand ser girîngiya tora alternatîf a çandê û parastina zimanê dayîkê di nav malbatê de.
EKÎN STÊRK
Mêrdîn – Mêrdîn û navçeyên wê yên ku bi dîroka xwe ya hezar salan û avahiya xwe ya çandî ya pirzimanî derdikevin pêş, di salên dawî de bûne yek ji cihên girîng ên kişandina fîlmên televîzyonan. Lê belê her çendî cihên dîrokî û bedewiyên xwezayî yên bajêr tên nîşandan jî ziman, çand û awayê jiyana gelê Kurd, ku beşeke girîng ê van axan e, pir caran ji vegotinê tên derxistin. Berhemên ku zimanê Kurdî nedîtî dikin û nirxên çandî bi perspektîfa nasnameyên cuda ji nû ve ava dikin, pirsa ‘Ka ew çiqas rastiya civakî û çandî ya herêmê nîşan didin?’ derdixin holê. Ev temsîlkirinên ku bi riya pîşesaziya rêzefîlmên televîzyonan hatine afirandin, ji ber nezelalkirina bîra çandî û ji nû ve hilberandina polîtîkayên asîmîlasyonê jî tên rexnekirin.
Dîroka berbiçav ziman û bîra nedîtî
Mêrdîn, bi taybetî navçeyên wê yên Midyad, Stewrê û Artuklu, heta niha malovaniya gelek rêzefîlm û fîlmên televîzyonê kirine. Rêzefîlmên wekî Sila, Hercaî, Bir Bulut Olsam, Bêrîvan, Aşka Surgun û Uzak Şehîr ku vê dawiyê populer bûne çend ji wan fîlman in li bajêr hatine kişandin. Cihên wekî kolanên dîrokî û qesrên kevirî yên Midyadê û taxa Dereîçî ya Stewrê, ji bo van hilberînan bûne cihên girîng ên kişandina fîlman. Lê belê, her çend ev hilber tevna dîrokî û mîmarî ya herêmê ronî dikin jî, asta ku ziman, bîra civakî û jiyana çandî ya gelê Kurd tê temsîlkirin hê jî mijara nîqaşê ye. Xebatkara Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Qoserê, Bêrîvan Sakin, li ser mijarê axivî.
Mîhrîcanên bê çand û bê nasname

Bêrîvan Sakin diyar kir ku li Kurdistanê zordariya li ser çand, ziman û jiyana civakî bi polîtîkayên sîstemîk tê domandin û bal kişand ku çand û nasnameya Kurd di naveroka Mîhrîcana Riya Çandê ya li Mêrdînê de cih negirtiye. Tevî avahiya pirzimanî û pirçandî ya Mêrdînê jî wê diyar kir ku dîrok, çand û nirxên gelê Kurd di mîhrîcanê de nehatine dîtin û nirxên çandî yên ku gel bi sedsalan e parastiye ji hêla sîstemê ve tên desteserkirin û bi awayekî cuda tên pêşkêşkirin.
Bêrîvan Sakin destnîşan kir ku her çend çalakiyên mîna mîhrîcana doşav li Mêrdînê têne lidarxistin jî, ev çand ji hêla Kurd û Suryaniyan ve bi nifşan hatiye parastin û diyar kir ku xwediyên rastîn ên van nirxên çandî nayên dîtin. Wê li dijî kêmkirina têgeha mîhrîcanê tenê ji bo şahiyê jî bertek nîşan da û got: "Mîhrîcan ne tenê çûn û kêfkirin e. Şaristaniyên kevnar li vê herêmê hatine avakirin. Mîhrîcan der barê eşkerekirina wê bîra dîrokî ya kûr û vekirina derfetan ji bo mirovan e. Lêbelê, em dibînin ku mîhrîcanên ku îro têne lidarxistin ji rastiya xwe hatine derxisin û bê wate bûne. Tiştek bi navê çand û nasnameya Kurdî nemaye.”

Hilberîna klîşeyan û tundiya di ekranan de
Bêrîvan Sakin diyar kir ku rêzefîlmên televîzyonê yên li Mêrdînê û derdora wê hatine kişandin, jiyan, dîrok û çanda gelê Kurd bi awayekî dûrî rastiyê nîşan didin û ev berhem têgihiştinên stereotîpîk ên li ser Kurdan ji nû ve çêdikin. Wê destnîşan kir ku malbatên Kurd di van rêzefîlman de tenê bi têkiliyên eşîrî, 'kuştinên dibin navê toreyan de' û şîdeta li dijî jinan têne nîşandan û got ku ev vegotin rastiya civaka Kurd nîşan nade.
Bêrîvan Sakin diyar kir ku kesên ku van rêzefîlman çêdikin bêyî gelê Kurd û ezmûnên wan ên dîrokî nas bikin tevgeriyane û got: "Gelo ew kesên ku van rêzefîlman çêdikin vî gelî nas dikin? Gelo ew hest, êş û ezmûnên gelê me dizanin? Gelo ew van li ber çavan digrin? Na, ez wisa nafikirim. Em di van rêzefîlman de têkiliyek rastîn bi çanda Kurdî re nabînin. Nakokiyên di navbera jinek bedew û mêrê wê de, yên ku jê re 'kuştinên dibin navê toreyan de' tê gotin, bi berdewamî têne nîşandan. Ev klîşe carek din ji me re têne pêşkêş kirin. Lêbelê, tu jinek Kurd di nav çandek çêkirî de najî wekî ku di van rêzefîlman de tê xuyakirin.”
Banga li lîstikvanan û helwesta civakî
Bêrîvan Sakin, li ser nîşandana kuştina jinan û tundiya li dijî jinan di rêzefîlmên televîzyonê de wekî beşek ji jiyana rojane ya li Mêrdînê, bertek nîşan da û diyar kir ku ev vegotin pirsgirêkên rastîn ên ku jin pê re rûbirû dimînin, berevajî dikin û zirarê didin bîra kolektîf a bajêr.
Bêrîvan Sakin diyar kir ku hinek ji kesên ku li ser rêzefîlm û projeyên fîlman dixebitin ji derdora wê ne û ev rewş wê bêhtir xemgîn dike. Bêrîvan Sakin bang li kesên ku di projeyên çand û nasnameya Kurd xera dikin de ne kir û wiha domand: "Hinek ji lîstikvanên ku li ser van projeyan dixebitin hevalên me ne. Hinek ji wan hê jî vî karî dikin. Ne hewce ye ku em navê wan bi ferdî bibêjin. Lê heke ew bikaribin divê ji projeyên wiha vekişin. Ev e ya ku bi rastî min xemgîn dike û diêşîne.”

‘Hêza guherînê di destê gel de ye’
Bêrîvan Sakin tekez kir ku temaşevanî û reytîng ji bo berdewamiya van berheman pir girîng in û diyar kir ku divê raya giştî jî di vê mijarê de berpirsiyariyê bigre ser xwe. Her wiha hişyarî da ku li hemberî temaşekirina van rêzefîlman û piştgiriya raya giştî ji wan re, bi taybetî jî ji bo ciwanan û xwendekarên zanîngehê, hişyarî da.
Bêrîvan Sakin der heqê vê mijarê de gotinên xwe wiha bi lêv dike: "Dema ku ev rêzefîlm tên weşandin, divê gelê me temaşe neke. Ger ev berhem neyên temaşekirin, em dizanin ku ew ê berdewam nekin. Hêza li hemberî vê yekê dîsa di destên gelê Kurd bi xwe de ye. Divê ciwanên me di vê mijarê de hesas bin û baweriya xwe bi van mîhrîcanan û berhemên bi vî rengî neynin.”
Bêrîvan Sakin diyar kir ku tenê bertekên li dijî polîtîkayên asîmîlasyona çandî têr nakin divê çalakiyên çandî û hunerî yên alternatîf jî werin pêşxistin. Her wiha got ku divê gelê Kurd mîhrîcan, şano û çalakiyên xwe yên muzîkê xurt bike.
Bêrîvan Sakin qala Mîhrîcana Riya Çandê kir ku îsal cara duyemîn li Mêrdînê hat lidarxistin û diyar kir ku divê çanda Kurd bi nirx û mîrateya xwe ya dîrokî were parastin û wiha domand: "Li şûna ku em li dijî mîhrîcanên wan derkevin divê em mîhrîcanên xwe yên çand û hunerê, şano û çalakiyên muzîkê yên alternatîf xurt bikin. Ji ber ku çanda me pir kevnar e û xwedî dîrokeke pir dirêj e. Ev tiştê herî girîng e ku divê em wekî xebatkarên çandî bikin. Divê em werin cem hev û çanda xwe pir bi pêş bixin.”

Rola malbatê di parastina ziman de
Bêrîvan Sakin tekez kir ku veguhestina çandî divê di nava malbatê de dest pê bike û bal kişand ser girîngiya mezinbûna zarokan bi zimanê dayikê. Bêrîvan Sakin diyar kir ku ew ji hêla ziman ve windahiyek cidî ye ku û got ku dayîk jî êdî bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lêkolînên dawî nîşan didin ku tewra dayîk jî êdî bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin. Ev kêmasiyek mezin e. Ger em dîrok û nirxên xwe baş bizanibin, em dikarin van cûreyên xetereyan û polîtîkayên asîmîlasyonê derbas bikin. Divê em di malên xwe de, di nav malbatên xwe de bi zimanê xwe biaxivin, huner û çanda xwe zindî bihêlin û bidin nifşên nû. Wekî xebatkarên çandî, berpirsiyariyên me hemûyan mezin in.”