Yekîtiya Jinên Ciwan komxebatek li dar xist

Di bin dirûşma ‘Li dijî netewperestiyê niha dema jinan e’ Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê komxebatek li dar xist.

Hesekê – Di 2’yê Adara 2026’an de KJK’ê di bin dirûşma "Niha dema Jinan e" de hemleyek ragihand. Yekîtiya Jinên Ciwan jî bi hemleya KJK’ê ve girêdayî komxebatek di bin dirûşma ‘Li dijî netewperestiyê niha dema jinan e’ li dar xist. Di komxebatê de rêvber û endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasi û Kongra Star amade bûn.

Hewldanên derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyan de hene

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Ala Îbrahîm axivî û got: “Xîtaba kîn û nefretê ya di nava civakê de bandoreke mezin çêkiriye û bi taybetî li ser jinan bûye sedema şîdetê. Em dixwazin li ser vê mijarê biaxivin û dizanin di vê dawiyê de di navbera pêkhateyan de hinek nakokî û bêbawerî çêbûye. Hinek cih hene dizanin çawa bi vê yekê di nava civakê de roleke neyînî bilîzin û vê yekê li gorî berjewendiyên xwe bi kar binin, di nava civakê de netewperestiyê zêde bikin. Em weke şêniyên Hesekê her dem bi tevahî pêkhateyan re bi hev re jiyane. Bi van fitneyan dê negihîjin armanca xwe. Ji ber ku em bi zanebûn û hişmendiyek mezin tevgeriyan.

Di vê fitne û xîtaba kîn û nefretê em ji nava civakê rakin. Vê yekê bi riya ragihandinê, medyaya dîjîtal  û bi riya bikaranîna olê li dijî civakê şer dikin. Ji bo girtina pêşiya vê yekê divê em bi hev re têkoşîna xwe xurt bikin û bi her re bijîn."

Di komxebatê de sînevîzyona li ser netewperestiyê hat pêşkêşkirin.

Komxebat bi nîqaşên li ser girîngiya rola jinan di bilindkirina asta têkoşînê ji bo avakirina civakek hevgirtî û parastî, bi dawî bû.