Xizmên Windayan ji bo Muîttîn Taktekîn hatin ba hev

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 808’an de ji bo Muhîttîn Taştekîn daxwaza edaletê kirin, diyarkirin ku tu caran dest ji têkoşîna ku ji aqubeta kesên ku hatine windakirin derbixin holê bernadin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 808'emîn li darxist.

Xizmên Windayan ên li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê li hev civiyan, di daxuyaniyê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û dibin çavan de hatin windakirin hilgirtin.

Nûnerê herêmê yê ÎHD Tahîr Saçakli salvegera 10’yemîn ya komkujiya 3’ê tebaxê li ser Êzidiyan bi bîrxist û wiha dest bi axaftina xwe kir û got: “Ev bi sedsalane li ser van xakan komkujî tên jiyîn. Hesabê komkujiyên hatine kirin nayên dayîn. Îro sedemên me yê li hevkombûnê, daxwaza me ya hesab pirsîna van komkujiyane. Heta îro di fermana 74’an de bi deh hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Hê îro jî li ser xaka ku Êzidî jiyan dikin komkujî berdewam dike.”

Serpêhatiya Muhîttîn Taştekîn hate xwendin.

Alîkarê Serokê Şaxa ÎHD ya Amedê Suzan Mehmetoglu serpêhatiya Muhîttîn Taştekîn ku di 5’ê tebaxa 1993’an de li qezaya Anzar ya Muşê ji aliyê hêzên kontra ve hatî qetilkirin, bi gotinên kurî wê Nîhat Taştekîn anî ziman:

“Di 5’ê tebaxa 1993’yan de komeke mirovên biçek hatin gundê me, koma ku ji 5-6 kesan pêkdihat kesek di nava wan de kete mala me. Kesên din ên di nava komê de di wê kêliyê de li ber deriyê mala me rawestan. Ev kesê ku ketî mala me melayê xananîş yê 60 salî Muhîttîn Taştekîn ji malê derxist bir baxçe. Di wê demê de destur nedan ji derveyî bavê min kesek din derbikevin ji derve. Piştî demek kurt dema ku bavê min derxist ji derve, dengê  guleyan li pey hev hat. Piştî ku dengê çekê rawesta, dema em derketin ji derve de bavê min di nava xwînê de li erdê bû, min dît ku koma bi çek berbi Komutantiya Alay ya Jandermeyan ve reviyan.

‘Bavê min hate înfazkirin’

Beriya bûyerê jî çend caran bavê min ji aliyê polîsên sivîl ve dihat şopandin. Bavê min li derdora ku lê jiyan dikir dihat nasin û yek ji kesayetên Kurd ên ku gotinên wî derbazdar bû. Di sala 1990’an de çûbû Ewropa û li wêderê di siyaseta Kurd a demoqratîk de rol girt. Bavê min dema vegeriya gund, piştî mehekê hate înfazkirin. Piştî 2 rojan dema bavê min hate qetilkirin, TRT nûçeya ku bavê min ji aliyê PKK’ê ve hatiye înfazkirin derbaz kir. PKK di daxuyaniya dayî de diyarkir ku tu têkiliyan bi bûyerê re nîne. Piştî mirina bavê min pêvajoya darizandinek bi bandor nehate kirin.”

Piştî xwendina serpêhatiyê, Xizmên Windayan çalakiya rûniştinê li dar xist.