Xizmên Windayan di hefteya 824’an a çalakiya xwe de hatin ba hev

Komeleya Mafê Mirovan a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 824’an a çalakiya xwe de tundî û qetilkirina li ser jinan û tayînkirina qeyûman şermezar kirin.

Amed – Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî di hefteya 824’emîn de li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, rêveberên KMM’ê, endamên Meclisa Jinan a KESK’a Amedê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hat raxistin.

Jinên KESK’î bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê qornefîl li Xizmên Windayan belav kirin.

‘Jin jiyan e, jiyanê nekujin’

Rêvebera KMM’ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û bi rasthatina 25’ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û qetilkirinên jinan û got: “25’ê Mijdarê ji bo me rojekî pir girîng e. Di van salên dawî de qetilkirinên jinan û zarokan roj bi roj zêdetir dibe. Em van kuştinan şermezar dikin. Li ser jinan tundiya derûnî, fizîkî û aborî tê kirin. Em naxwazin tundî li jinan bê kirin û bên qetilkirin. Wê jin her tim li ber van qetilkirinan rabin û dest bidin hevdû û li qadan bin. Wê jin têkoşîna xwe xurt û bilind bikin. Em ê tundiyê û qetilkirinan bidin qedandin. Em jinên têkoşer ku ji nav me bar kirine jî bi bîr tînin. Heta ku jinek hebe wê têkoşîna jinan bê meşandin. Em bang dikin û dengê xwe bilind bikin; jin jiyan e jiyanê neqedînin û nekujin. Jin jiyan e, jiyan jî bi jinan ava ye. Dema jin tune bin jiyan jî tune ye. Heta ku jin azad nebin, civak jî azad nabin.”

‘Divê dest ji polîtîkayên qeyûman bê berdan’

Sûzan Mehmetoglû bal kişand ser tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Dêrsim û Pilûrê û got: “Şevê dinê dîsa qeyûm danîn Dêrsimê û Pilûrê. Danîna qeyûm desteserkirina îradeya gel e. Divê demildest dest ji vê tayînkirina qeyûman bê berdan. Em dibêjin şaredarî îradeya gel e, qeyûm ne îradeya gel e. Em polîtîkaya qeyûman şermezar dikin.”

Piştre endama Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Hatûn Leyla Tuncer axivî û bal kişand ser çalakiya Xizmên Windayan.

Çîroka dû xwişkan

Endama Komîsyona Windayan a KMM’ê ya Amedê parêzer Berfîn Elçî jî serpêhatiya Tayyîbe  û Mumîne Sîncar ên xwişkên hevdû  ku di sala 1994’an de li navçeya Mahserta Mêrdînê ji aliye leşkeran ve hatibûn qetilkirin, hate xwendin. Berfîn Elçî qala kuştina her du xwîşkan kir û xwest faîlên wan bên darizandin. Berfîn Elçî anî ziman ku malbata Sîncar gotiye ji ber ku wan cerdevaniyê qebûl nekiriye ev qetlîam li hemberî wan pêk hatiye.

Daxuyaniyê ji bo bîranîna her du xwîşkan û hemû windayan bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.