Xizmên Wendayan di hefteya 817’emîn a çalakiya xwe de hatin ba hev

Malbatên ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin careke din hatine ba hev wiha gotin: “Heya ku windayên me werin dîtin, dê her du destên me li stuyê dewletê ve bin.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 817’emîn a çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyoluyê hatin ba hev.

Nûnerên saziyên sivîl ên li bajar û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vahît Narîn ê li navçeya Pasûra Amedê ji hêla polîsan ve hatiye qetilkirin û piştre cenazeyê wî hatiye şewitandin, hate xwendin. 

‘Têkoşînekî birûmet dan’

Ji xizmên windayan Fatma Tosûn anî ziman ku welatiyên hatine qetilkirin û windakirin ji ber ziman û çanda xwe parastine, hatin hedefgirtin û wiha got: “Têkoşînekî birûmet dan. Her kesek dizane bê ka ew çawa hatin windakirin. Heke dê aştî û demokrasî were li vî welatî, divê berê xwe bidin li Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ya Stenbolê û xizmên windayan ên li vê derê. Heya em windayên xwe peyda dikin, dê çalakiya xwe bidome. Heya em windayên xwe dibînin dê her du destên me li stuyê dewletê ve bin. 

Çîroka Vahît Narîn ê hatiye windakirin, endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Firat Akdenîz xwend. 

Daxuyanî bi piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.