WHO: Belavbûna Ebolayê 4 qat zêdetir bûye

Li Komara Demokratîk a Kongoyê ebola belav dibe. Li gorî daneyên dawî, hejmara pêketiyan hezar û 830 kes e û 648 kes mirine. WHO’yê hişyarî da ku ji ber 'Bundibugyo' ya bêderman dibe ku krîz 4 qat girantir be.

Navenda Nûçeyan —Tevî astengiyên tenduristî û lojîstîkî yên ku rê li ber hewldanên kontrolkirinê digrin, belavbûna vîrusa Ebolayê li çend herêmên Efrîkayê bi awayekî berbiçav berdewam dike. Di heman demê de, saziyên tenduristiyê tesbîtkirina dozên nû, berfirehkirina şopandina rewşê didomînin, ji ber ku fikar hene di dema li pêş de xeleka belavbûnê berfirehtir bibe.

Li gorî daneyên herî dawî yên hikûmetê ku roja 10’ê Tîrmehê hatin weşandin, hejmara piştrastkirî ya pêketiyên vîrusa Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê gihîşt hezar û 830 kesan ku di nav wan de 648 kesên mirî hene. Ev dane hemû pêketiyên ku heta roja Pêncşemê hatine qeydkirin di nava xwe de digre.

Rapora dawî rewşên nû yên ku di nava 24 demjimêrên borî de hatine qeydkirin nîşan dide. Di vê navberê de, Wezîrê Tenduristiyê yê Kongoyê eşkere kir ku rayedaran bi awayekî fermî qada herêmên ku vîrusa Ebolayê lê belav bûye berfireh kirine da ku parêzgehên Tshopo û Haut-Uele yên li bakur û bakurê rojhilatê welat jî li xwe bigre.

WHO: Rewş ji daneyên fermî girantir e

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand ku dibe asta rast a belavbûna vîrusê li Kongoyê, li gorî daneyên fermî, di navbera du heta çar qatî de zêdetir be. Rêxistinê destnîşan kir ku li hinek herêmên welat, ji her pênc pêketiyên nû çar jê tu pêwendiya wan bi dozên naskirî re tune ye.

Ev hejmar nîşaneya wan astengiyan e ku xebatkarên tenduristiyê di dema hewldana kontrolkirina nexweşiyê de li bakur rojhilatê welat rûbirû dibin. Her wiha, daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê yên ku li ser modelên matematîkî û rêjeyên testên erênî hatine avakirin, diyar dikin ku qebareya belavbûnê ya nîvê meha Gulanê hatibû ragihandin, dibe ku du heta çar qat ji hejmara daneyên piştrastkirî mezintir be.

Hêjayî gotinê ye ku nêzî ji sedî 90 tevahiya dozên Ebolayê yên hatine ragihandin hê jî li parêzgeha Ituriyê ne. Lê belê vîrus ji derveyî vê navenda belavbûnê derketiye û gihîştiye parêzgeha Tshopoyê jî. Rayedarên Kongoyê di 15’ê Gulana borî de belavbûneke nû ya Ebolayê ragihandin, piştî ku nexweşî bi hefteyan bêyî were tesbîtkirin belav bû. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, ev belavbûna herî dawî ji ber vîrusa 'Bundibugyo' ye ku ji bo wê tu derzî (vaksîn) an dermanekî pejirandî tune ye.