Tuncay Sonel bê kelebçe sewqî edliyê kirin: Bertekên li dijî sewqa bê kelebçe

Ji 15 kesên di çarçoveya doza Gulistan Doku de hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin. Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel bê kelebçe sewqî edliyê hate kirin. Parêzeran bertek nîşanî vê rewşê da.

Navenda Nûçeyan – Di lêpirsîna têkildarî windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzurê Gulistan Doku tê meşandin de, pêşketinek nû hate jiyîn. Di çarçoveya lêpirsînê de Waliyê  demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel hate binçavkirin, kar û barê îfadeyê li Midûriyeta Emniyeta Erziromê temam bû û sewqî edliyeyê hate kirin.   

11 kes hatin binçavkirin

Ji 15 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Gulsitan Doku de hatin binçavkirin 11 kes hatin girtin. Hate diyarkirin ku kar û barên di çarçoveya lêpirsînê de tên meşandin, didomin.

Berteka li dijî sewqa bê kelebçe

Sewqkirina Tuncay Sonel a bê kelebçe, bû sedemê nîqaşan. Parêzerê malbatê Alî Çîmen, di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal de parve kirî de, li hember vê rewşê bertek nîşan da. Alî Çîmen di parvekirina xwe de ev tişt gotin:

“Tuncay Sonel ku kiryarê sereke yê windabûna Gulistan Doku ye, bi awayek bê kelebçe birin lêpirsînê. Ev di nava civakê de bû sedemê hêrsê. Pêkanînên ku li gumanbarên din ên di dosyayê de cih digrin, li beramberî wî pêk neanîn. Ev, nîşaneya parastina bihêzan e.”

Di dozgeriyê de mafê bêdengmayînê

Tuncay Sonel ku sewqî edliyeyê hatî kirin, hate zanîn ku dê di îfadeya dozgeriyê de mafê bêdengmayînê bikar bîne. Hate îfadekirin ku lêpirsîn bi pir alî didome û li benda pêşketinên nû ne.