Tora ‘Jinên Paşeroja xwe Dihûnin’ li Şîliyê civiya

Di kombûna li Şîliyê ya Tora ‘Jinên Paşeroja xwe Dihûnin’ de rêbazên têkoşîna hevpar a rêxistinên jinan hatin nirxandin û biryar hat dayîn ku tor bê berfirehkirin û planek berfireh a xweparastinê bê amadekirin.

Tora ‘Jinên Paşeroja xwe Dihûnin’ li Şîliyê civiya

Navenda Nûçeyan – Kombûna herêmî ya Tora ‘Jinên Paşeroja Xwe Dihûnin’, di navbera 14-15’ê Mijdarê de li bajarê Santiago paytexta Şîliyê, hate lidarxistin. Ev tor li Şîliyê bi navê ‘Tora Piştgirî û Hevkarî bi Tevgera Jinên Kurd re (REDAAS)’ tê naskirin û xebat dimeşîne.Tor ji 10 rêxistin û gelek kesên serbixwe yên ji bakur, navend û başûrê Şîliyê pêk tê. REDAAS, kokên xwe ji ‘Komîteya Piştgiriya Jinên bi Kurdistanê re’ digire. Piştî banga avakirina torê û Konferansa Bogotayê, van avabûnan gavên nû avêtin û dest bi zelalkirina forma xwe ya rêxistinî û perspektîfa têkoşînê kirin.

Têkoşîna hevpar a jinan hate nîqaşkirin

Di civînê de nirxandin li ser rewşa siyasî ya heyî ya di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, hate kirin. Her wiha li ser armancên torê li Şîliyê nîqaş hatin kirin û rêbazên têkoşîna hevpar hatin amadekirin. Li ser hevparkirina têkoşîna ku jin li qadên cûda dimeşînin û bihêzkirina rêxistinkirinê hate sekinîn.

Biryara firehkirina torê û pêşxistina xebatên perwerdeyê wek armancên demkurt û amadekirina planeke xweparastinê wek armanceke dema navîn hate girtin.

‘Divê em stratejiyên hevpar bipêş bixin’

Di daxuyaniya dawî ya kombûnê de, jinan îradeya xwe ya ji bo pêkanîna têkoşîneke hevpar a li hember şert û mercên siyasî û civakî yên heyî anî ziman. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê li dijî hişmendiya kolonyalîst, lîberal û baviksalarî têdikoşinê xurt bikin. Kombûnê bal kişand ser girîngiya hevparkirina ezmûnên jinan a ji erdnîgariyên cûda. Torê ragihand ku ew armanc dike bi rêxistinên herêmî re bi hev re bixebite, di astên cûda de xwe birêxistin bike û planeke xweparastinê ku dê beşdarî avakirina jiyana civakî bibe amade bike.

Bal kişandina ser hevgirtina navneteweyî

Di daxuyaniyê de her wiha tekezî li ser pabendbûna bi beşdarbûn û pêşxistina stratejiyên hevpar ji bo torên hevgirtina jinan ên ku li deverên cuda yên cîhanê têne avakirin hat kirin. REDAAS armanc dike ku rêxistina xwe li Şîliyê berfireh bike û têkiliyên hevgirtinê bi rêxistinên jinan ên ji herêmên cûda re xurt bike.