TAJÊ şoreşa 19’ê Tîrmehê silav kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 12’emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û gelê Rojava silav kir.

Şengal-Li navçeya Siba Şêx Xidir a Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê şoreşa Rojavayê Kurdistanê silav kir. TAJÊ da zanîn ku ew ê her dem piştevaniya Şoreşa Rojava bikin.

Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Jinên Êzidî û cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklîn Hisên ve hat dayîn.

‘Em bi gelê Rojava re ne‘

Caklîn Hisên di serî de şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr anî û wiha got: “Em şehîdên Şoreşa Rojava bi bîr tînin, em vê şoreşa bi rûmet silav dikin. Em dibêjin heta dawiyê em ê piştevanên Rojava û şoreşa wê bin. Ji ber ku yên hatin alîkariya civaka Êzidî, gelên Rojava bûn, ruhê Şoreşa Rojava bûn. Şoreşa Rojava ji bo me bû mînak ji bo pêşketinê.”

Cîgira hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê Caklîn Hisên di dawiyê de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li her kesê pîroz kir û wiha got: “Em Şoreşa Rojava li hemû şehîdan, li gelên azadîxwaz û Rêber Apo pîroz dikin. em li şagirdên Serok Apo pîroz dikin. silav û hezkirina me ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re heye.”

Daxuyanî bi dirûşmên jin jiyan azadî bi dawî bû.