Serlêdana 'Mafê Hêviyê' ji bo Abdullah Ocalan di rojeva Konseya Ewropayê de ye
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.
Navenda Nûçeyan – Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mijara "mafê hêviyê" yê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15-17'ê Îlona 2025'an de kir rojeva xwe û heta Hezîrana 2026'an qewl da Tirkiyeyê ku biryara "mafê hêviyê" bicih bîne.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê derbarê "Mafê Hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxwaznameyek pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.
Xalên di daxwaznameyê de, ev in:
“Hikûmetê heta îro li gorî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya bi navê Ocalan hejmar 2 (girêdayî xala 3’yemîn a DMME’yê ye ji bo mafê hêviyê bidin girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê hatine birîn) tu gav neavêtine. Ji ber vê yekê em pêşniyar dikin ku di civîna 1537’an a komîteya we de, ew pêşniyar biryara hişyariyê ya ku we ji bo Tirkiyeyê kiribû, dîsa bê çêkirin û eşkerekirin.
Derbarê tedbîrên giştî tevî ku di navberê de zêdetirî 12 salan derbas bûye de jî, gav nehatine avêtin. Ji ber vê yekê li gorî xala 46/4 (Eger dewletek ku peymana DMME’yê îmze kiribe û pêkneyne, piştî serlêdanan divê Konseya Wezîran a Komîteya Ewropayê ji bo tespîtkirina vê binpêkirinê prosedurek tespîtkirinê bide destpêkirin) ya hevpeymanê pêwîst e prosedûra binpêkirinê bê destpêkirin.
Hikûmeta Tirkiyeyê li gorî rêgezên di biryarên DMME’yê de hatine diyarkirin, di hiqûqa Tirkiyeyê de bêyî ku cudahiyan bike li gorî sûcên diyarkirî qanûnên serbestberdanê pêk bîne, qanûnên ku li hemberî vê dibin asteng jî biguherîne. Derbarê vê mijarê de jî bang li hikûmetê bê kirin.
Doza Tirkiyeyê ya ku bi navê Koma Gurban tê naskirin, bê bihêzkirin û di çarçoveya prosedûrê de bimîne.”