Sala 2025'an bû asta herî hişk a 35 salên dawî

Neteweyên Yekbûyî hişyariyeke lezgîn da, ragihand ku stokên avê, qeşa û çemên cîhanê bi lez kêmtir dibin û karesatek nû ya avhewayê li ber derî ye.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî ya li ser Rewşa Çavkaniyên Avê de eşkere kir ku sala 2025'an yek ji astên herî hişk ên herikîna çeman di 35 salên dawî de bû. Her wiha li ser kêmbûna giran a "hesabê teserufa avê" ya cîhanî hişyarî da.

Ev hişyarî ji Sekretera Giştî ya rêxistinê Celeste Saulo, hatin piştrast kir ku stokên avê li ser erdê, di nav de ava binê erdê, qeşa, berf, şilbûna axê û gol, nêzî deh salan e, bi taybetî di navbera 2014 û 2016'an de, bi awayekî berbiçav kêm dibin.

Celeste Saulo diyar kir ku ji siyan yek ji bîrên ava binê erdê yên çavdêrîkirî di sala 2025'an de asta wan li derveyî rêjeya xwe ya normal hatiye tomarkirin. Di heman demê de herikîna çeman ji sedî 36’ê hewzên çeman ên cîhanê ji navînî kêmtir bûye.

Di vê çarçoveyê de, daneyên rêxistinê lezbûnek metirsîdar di helandina qeşayê de nîşan dan; qeşayên cîhanê tenê di sala 2025'an de bi qasî 408 gîga ton qeşayê winda kirine ku windabûna giştî ya qeşayê di navbera salên 2023 û 2025'an de gihîştiye bi qasî 1400 gîga ton.

Xirabûnê fikarên cidî derxistiye holê ku dibe hinek herêm bigihîjin "asta avê ya herî bilind", xala krîtîk piştî ku herikîna salane ya avê ji helandina cemedê dest bi kêmbûnek hêdî hêdî û berdewam dike.

Her çendî rapora NY’ê başbûnek qismî û sînorkirî di rezervên avê de li hinek deverên Emerîkaya Başûr û Efrîkaya Navîn û Başûr destnîşan kir jî. Rêxistinê tekez kir ku rastiya nû dijwariyên nedîtî pêşkêş dike û banga çalakiyek navnetewî ya bilez kir da ku pergalên çavdêrî û hişyariya zû pêşve bibin û danûstandina daneyên avê di navbera welatan de zêde bikin, zextên zêde yên ji ber guhertinên xwezayî û krîza avhewayê ya gerdûnî çareser bikin.