Rojnamevan Nezahat Dogan çavdêriyên xwe yên li Rojava vegot

Rojnamevan Nezahat Dogan, çavdêriyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û çawaniya parastina hêviya aştiyê ya di nava bermayiyên şer û tevî hemû zehmetiyan de vegot.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Rojnamevan Nezahat Dogan, di pêvajoya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê de ji nêz ve çavdêriya  guhertina civakî û siyasî ya li herêmê, jiyana jinan û bandora şer a li ser jiyana rojane kir. Nezahat Dogan, nêrînên xwe yên derbarê Rojavayê Kurdistanê, guhertinên ku dîtine û nêrîna Kurdên Rojava ya li ser aştiyê, bi ajansa me re parve kir.

Nezahat Dogan a ji nêz ve çavderiya şopên şer û pevçûnên li Rojava kir, da zanîn tevî şert û mercên dijwar jî, hêviya aştiyê di jiyana rojane de hêj bi awayekî xurt hebûna xwe diparêze.

‘Rojava herêmeke ku hatibû tarîkirin bû’

Nezahat Dogan got “Rojava ciheke ku me ji Tirkiyeyê her tim meraq dikir, dixwest bibînin û bi rastî jî dixwest belge bikin bû. Ji ber ku Rojava herêmeke ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû tarîkirin bû û erdnîgariyek bû ku rastiya wê, bûyer, şer, tundî û pevçûnên li vir, hebûna komên cîhadîst û DAIŞ’ê eşkere dikir û cihê bûyerên pir dijwar bû ku di nava şerê bi beşdariya HTŞ’ê de diqewimîn.” Nezahat destnîşan kir ku serdema nû ya piştî rejîma Baasê li Sûriyeyê dest pê kir jî eleqeya li hemberê Rojava zêde kiriye. Nezahat Dogan, wiha berdewam kir:

“Rojava û bi taybetî jî qonax û serdema nû ya ji nû ve avakirinê ya li Sûriyeyê piştî rejîma Baasê, cihek bû ku çavên me teva li ser bû. Bi rastî gava min û sê hevalên xwe yên rojnamevan van rêze hevpeyvînan pêk dianî, dema ev daxwaz hat, em gelek bi kelecan bûn. Ji ber herêmeke bû ku me dixwest serdana wê bikin, lê ji ber hincetên ewlehiyê me nedikarî, rê tunebûn, şert û merc dijwar bûn û derfetên pêwîst kêm bûn.”

Nezahat Dohan, rojnamevan Îrfan Aktan û Banu Guven, bi rêya Helebê gihîştin Rojavayê Kurdistanê. Nezahat Dogan a behsa kontrolên ewlehiyê yên di rêwîtiya ji Helebê ber bi Qamişloyê ve kir, bi van gotinan da zanîn ku wan di heman demê de çavdêriya rewşa ewlehiyê ya herêmê jî kiriye: “Em sibehê ji bo Hebelê bi rê ketin û ewil gihîştin Helebê. Bêguman em li Helebê rastî hêzên ewlehiyê hatin û em bi wan re ber bi Qamişloyê ve bi rê ketin. Em bi erebeyan di 4-5 saetan de çûn Qamişloyê. Lê belê di tevahiya rê de ji her 1,5 kîlometreyan carek ji xalên kontrolê yên ewlehiyê derbas bûn û gihîştin Rojava.”

‘Li Rojava hê jî hêvî heye’

Nezahat Dogan, derbarê yek ji çavderiyên wê yên têkildarî herêmê de jî anî ziman ku şer ne tenê li herêmên bi pevçûn, di nava jiyana rojanê de jî şopên kûr hiştine û diyar kir dîmena li Helebê rûbirûyî mane jî mezinahiyên şerê li herêmê bi zelalî nîşan dida. Nezahat van kêliyan wiha vegot: “Ji vê kêliya ku em gihîştin herêma Rojava û Helebê, şopên şer heta li kolanên hundirîn ên Helebê jî diyar bûn. Mînak me gelek xwest ku em serdana taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd bikin, lê bêyî ku em biçin van taxan, pêkan bû ku em li nava Helebê şop û bandorên şer bibînin. Li taxên nêzî navenda bajarê Helebê, avahî bi temamî hilweşiyabûn û wêran bûbûn. Vê yekê bandora berbiçav a vê şer û pevçûnê bi zelalî nîşanî me dida.”

Nezahat Dogan a got “tevî hemû şopên şer jî li Rojava hê jî hêvî heye”, wiha berdewam kir: “Bi rastî derketina ji şerekî wiha hov û bi parastina hebûna xwe, hewldana mayîna li ser piyan, di rewşekê ku dewlet û pergal li ser Kurdan zext dikirin, hewl didan wan tune bikin û nasnameya wan ji holê rakin, hewl didan pêkhateya demografîk biguherînin û gelan li dijî hev sor bikin de, ev tişt pir zelal bû: Gel şer naxwaze, aştiyê dixwaze. Ne pevçûnê û ne jî tundî. Hêviya avakirina aştiyê pir zelaltir hîs dikirin û didan hîskirin.”

‘Rojava ji bo mîsogerkirina şertên entegrasyonê hewl dide, ne li bendê ye’

Nezahat Dogan, diyar kir ku civaka li Rojavayê tenê li bendê geşedanan nasekne û ji bo afirandina şertên entegrasyonê ya di nava pêkhateya siyasî ya nû ya Sûriyeyê de hewldan dide: “Rojava cuda bû. Rojava li bendê namîne. Rojavayê Kurdistanê, piştî Peymana 29’ê Çileyê ji bo ku şertên entegrasyonê pêk bîne, jiyanê ji nû ve ava bike û piştrast bike ku ew entegrasyon him di saziyên îdarî û him jî di jiyana rojane de cih digre, bi awayekî çalak dixebite. Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkên elektrîk û gazê hene û qeyrana aborî ya giran a wekî daketina nirxê dirav heye. Hê pereyên Esad hene lê pereyên nû hatin çapkirin. Ew pereyên nû hêj bi temamî neketine nava bazarê. Nanpêj bi pereyên kevn nan nadin. Gel û civak di vê wateyê de zehmetiyên cidî dijîn.”

Nezahat Dogan, ragihand ku pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêmê û îhtîmala nûbûna pevçûnan bi temamî ji holê nerabûye. Nezahat destnîşan kir ku tevî vê yekê jî, tevî tirsê jî di nava gel de hesteke hêviyê heye û wiha pê de çû: “Şerên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn bi dawî nebûne, di kêlaka erdnîgariyekî ku mirov dipirse ka dê aloziya din li ku derê derkeve an jî ka kaos dê çawa pêş bikeve, herêmek ku DAIŞ tê de hêj çalak e, metirsiya komên cîhadîst berdewam dike û provokasyon tê de pêkan e de, gelo derbarê vê tundiya ku li ber deriyê wan e de tirs tune ye? Bêguman heye. Lê di heman demê de, hêvî jî heye. Ji ber ku ew dibêjin: ‘Em Kurd îro ji bo hebûna xwe gihîştine qonaxeke krîtîk û ger hebûna me bi rêya entengrasyona pergaleke bê mîsogerkirin, wê demê em amade ne ku ji bo pêkanîna şertên pêwîst û her tiştê ku ji me tê xwestin bikin.’”

Nezahat Dogan, bi bîr xist ku ev hêvî ne “tabloyeke pembe ye” û wiha got: “Piştî pergala demokratîk a xweser a ku ji aliyê rêveberiya xweser a berê ve hatibû pêşkêşkirin, behsa entegrasyona civak û gel a pergala dewletê ya di nava rejîma Sûriyeyê ya nû de tê kirin. Lê li vir tenê baweriya xwe îradeyê tînin. Baweriyekî avakirina siyaseteke demokratîk û naskirina hebûna Kurdan a li hemû qadan heye.”

Hêviyeke ku ezberan xira dike

Nezahat Dogan, anî ziman ku ew di hevdîtinên xwe yên li Rojavayê de rastî nêzîkatiyeke ku îtîraz dike Kurdan tenê di çarçoveya pevçûn û şer de pênase bike hatiye û çavderiyên xwe wiha anî ziman: “Lê tiştek pir zelal e; gava em li Sûriyeyê derdikevin kolanan û bi gel re têkiliyê datînin, peyama ku derdikeve holê ev e: ‘Em dixwazin li ser axa xwe, bi nasname û zimanê xwe bijîn. Ger em bên naskirin, dê mafên hemû nasnameyên din jî bên naskirin. Lê em Kurd ne tenê ji bo şerkirinê hene. Em Kurd dikarin siyasetê bikin. Em dikarin bibin beşek ji saziyan. Em ê di her qada rêveberiyê de hebûna xwe bidomînin û em dikarin di siyaset, dîplomasî û danûstandinan de cihê xwe bigrin.’ Peyam ev e.”

Nezahat Dogan, da zanîn li Rojavayê helwesta gel a li hemberê aştiyê, nîqaşên pêvajoyê ya li Tirkiyeyê dide fikirandin û got ku tevî şert û mercên dijwar ên herêmê hêviya ku ditiye ‘ezberan têk dibe’. Nezahat wiha domand: “Li wir tevî hemû zehmetiyan jî hêviyeke heye, lê tevî ku li Tirkiyeyê elektrîk, av, gaz, xurek û nanê me hene jî hê jî hesta bêhêvîtiyê serwer e. Li ser serê me çete tunene. Li ser serê me tirsa şer a ku di kêliya derbasbûna ji taxekê ji bo taxeke din de çêdibe, tuneye. Lê belê digel vê yekê jî, lawazbûna hesta xwedîderketina aştiyê û ne xurtkirina vê yekê, me neçar dike ku em bibêjin: 'Divê em bizivirin li Rojavayê binhêrin.”

Nezahat Dogan, destnîşan kir ku divê bangewaziya Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê û paradîgmaya wî ya guhertinê ne tenê di aliyê Tirkiyeyê de, di heman demê de li aliyê veguherîna pergalên siyasî yên li seranserê herêmê jî bê xwendin û axaftina xwe wiha domand: “Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de û paradîgmaya wî ya guhertinê, di rastiyê de paradîgmaya veguherîna pergalan e. Divê bi vî awayî bê xwendin. Pergalekê pêşbînî dike pêkhateya navxweyî ya dewletê bi civakê re entegre bibe û hebûna nasnameyên cihêreng bi rêya garantiyên destûrî bi awayekî yasayî bên misogerkirin. Lewma ev di rejîm û pergala dewletê ya nû ya li Sûriyeyê avadibe de jî bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê re wekhev e.

Nezahat Dogan, bi bîr xist ku pirsgirêka nasname û statuya Kurdan a li Sûriyeyê, bi pêvajoya li Tirkiyeyê re yek e û wiha pê de çû: “Pirsgirêka bingehîn, gelo nasnameya Kurd û mafê zimanê dayîkê bi garantiyên destûrî tên mîsogerkirin an na? ye û nirxandina xwe wiha domand: “Ev yek pir zelal e ku li Sûriyeyê, erdnîgariya Sûriyeyê an jî li seranserê Rojhilata Navîn, gelê Kurd cara ewil ji rewşeke bê nasnameyî xwedî statû bûn û gelê Kurd ên bênasname bûn dewlet, gel û nasname, cara ewil di nava dewleyê bûn xwedî hebûn û nasname. Îro em dikarin heman tiştî hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Sûriyeyê bêjin. Lê belê, pirsa bingehîn ew e; Gelo çawa hate naskirin an jî nehat naskirin. An jî çiqas hatim qebûl an jî nehatin qebûlkirin. Pirsgirêk mîsogerkirin an jî ne mîsogerkirina zimanê dayîkê ye. Pirsgirêk, gelo ev e; di navenda mafan û hemwelatiya wekhev a di makezagonê de cih bigre an na? Ev yek li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê jî yek e.”

‘Li Rojavayê Kurdistanê şîn cuda tê jiyîn’

Nezahat Dogan a got “Li Rojavayê şîn jî cuda tê jiyîn”, baweriya aştiyê ya Kurdên li Rojavayê Kurdistanê wiha anî ziman: “Dema em ji Qamişloyê derbasî Dêrikê bûn, me serdana Goristana Şehîdan a Dêrikê kir. Li wir jî şîn cuda tê jiyîn. Goristan qerebalix bû, li kêleka her kevirê gorê malbat hebûn. Zarok û dayîk û bav li wir rûniştibûn. Di destpêkê de me şêwaza rûnişya wan fêm nekir. Ji ber ku çay, qehwe û xwarinên wan li kêleka kevirên goran bû. Xwarin dixwar, sohbet dikirin û carna jî dikeniyan.

Dayîkan vê yekê pir zelal got: ‘Me bedêlên giran wek nasname, dan. Kurê min jî vê bedêlê da. Lê dema wî ew bedêl da,.dema ku kurê min bedêla vê yekê dizanibû ku dê aştî were û nasnameya wî dê azad bibe. Lewma ez her roj têm vir. Ez bi kurê xwe re diaxivim û dibêjim ku bila dilê te rihet be, dê rojeke aştî were û ji bo hatina vê aştiyê, em ê rûnenin û şînê negrin. Em ê li şûna şîngirtinê, baweriya xwe ya bi aştiyê ji cihê ku te hiştiye bidomînin û rojekê ez ê werim û heman tiştên ku her roj ji te re dibêjim, dîsa ji te re bêjim.

Em şînê nagirin. Şîna me bi hêviya hatina aştiyê re vediguhere kenê û em bi vê yekê bawer dikin. Em jî heq dikin ku bi awayekî azad bijîn. Gelo kengî tişt bi hêsanî ji Kurdan re hatine dayîn ku îro ji bo aştiyê em li benda rêyeke hêsan bin? Em êdî naxwazin zarokên din jî jiyana xwe winda bikin."