Rêzan Şêx Dilêr: Sedema zêdebûna hevberdanê zewaca di temenê biçûk de ye

Li gorî daneyan, li herêma Kurdistanê rêjeya hevberdanê zêde dibe, jin û zarok zêdetir zirarê jê dibînin. Parêzer Rêzan Şêx Dilêr têkildarî mijarê got: “Zewaca di temenê biçûk de sedema zêdebûna rêjeya hevberdanê ye.”

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî- Havberdan diyardeyeke civakî ye, bandorên demdirêj li pey xwe dike û şopa xwe li malbat, civak û aboriyê dihêle. Giraniya wê li ser milên jin û zarokan e. Li gorî daneyên Encumena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, di sala borî de li herêma Kurdistanê 12 hezar û 384 bûyerên hevberdanê hatine tomarkirin.

Her wiha li Hewlêrê jî 45 bûyerên pirzewaciyê hatine tomarkirin. Di sala borî de li Herêma Kurdistanê 51 hezar û 18 bûyerên zewacê hatine tomarkirin û 12 hezar û 384 bûyerên hevberdanê hatine tomarkirin. Rêjeya zewacê li gorî bajarên herêma Kurdistanê wiha ye: Li Silêmaniyê 18 hezar û 522, li Hewlêrê 17 hezar û 591, li Duhokê 12 hezar û 199, li Kerkûk-Germiyanê 2 hezar û 706. Rêjeya hevberdanê li herêma Kurdistanê wiha ye; li Silêmaniyê 5 hezar û 745 bûyer, li Hewlêrê 3 hezar û 878 bûyer, li Duhokê 2 hezar û 330 bûyer û li Kerkûk-Germiyanê 728 bûyer.

Li gorî daxuyaniya Encumena Dadwerî ya herêma Kurdistanê, di sala 2024’an de li herêma Kurdistanê 98 bûyerên pirzewacê hatine tomar kirin, li gorî bajaran wiha ye; li Silêmaniyê 19 bûyer, li Hewlêrê 45 bûyer, li Duhokê 34 bûyer. Di sala 2023’an de li  herêma Kurdistanê rêjeya zewacê li bajaran wiha ye; Li Silêmanî 20 hezar û 427, li Hewlêrê 17 hezar û 543, li Duhokê 12 hezar û 499, li Kerkûk-Germiyan 2 hezar û 618 bûyer. Rêjeya hevberdanê di sala 2023’an de li gorî bajarên Herêma Kurdistanê wiha ye; li Silêmaniyê 5 hezar û 438 bûyer, li Hewlêrê 5 hezar û 857 bûyer, li Duhokê 2 hezar û 167 bûyer, li Kerkûk-Germiyanê 853 bûyer.

‘Rewşa aborî sedema sereke ya hilweşandina malbatan e’

Parêzer Rêzan Şêx Dilêr, der barê zêdebûna rêjeya hevberdanê li herêma Kurdistanê, ji ajansa me re axivî û got: “Sedema zêdebûna rêjeya hevberdanê divê em bizanibin krîza aborî ye. Zewacên di temenê biçûk de û yên ji derveyî dadgehê gelek in. Ev yek jî dibe sedema zêdebûna hevberdanê. Her ku ev pirsgirêk zêde dibin, pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî bi rêkûpêk nayên çareserkirin. Pirsgirêkên civakî sedema sereke ya hevberdanê ne û ji bo ciwanên ku dizewicin têra xwe hişyarî tune ye ku bi hev re bifikirin ka dê çawa jiyanê bi hev re bijîn, an jî rewşa aborî ya li cîhanê û herêma Kurdistanê di rewşek xirab de ye. Ciwan bêkar in, rewşa aborî li herêma Kurdistanê roj bi roj xirabtir dibe. Ev jî dibe sedema hilweşîna malbatan. Rewşa siyasî carna hewce dike ku qanûn werin guhertin û qanûnên nû werin derxistin da ku piştgiriyek baş ji bo malbatan bê kirin. Lê em dibînin ku parlamento tune ye û hikûmeteke ku wê birêve bibe nîn e. Ev yek hemû bandorê li ser rewşa malbatan dikin.”

‘Zewaca di temenê biçûk de sedema sereke ya zêdebûna hevberdanê ye’

Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de yek ji sedemên sereke yên hevberdanê ye ger li gorî  qanûnê keç gihîştibe 16 salî, li gel kesê ku jê re dibêje serpereştiyar ango bav diçe dadgehê û dide zewicandin. Ger em dixwazin nifşê nû li ser bingeheke rast bizewice û rêjeya hevberdanê bigihîje asta herî kêm divê zewaca di temenê biçûk de li dadgehê were astengkirin. Divê civak bê hişyarkirin û malbat werin perwerdekirin da ku pêşî li zewicandina zarokan were girtin.”

‘Dramayên Tirkî sedema hevberdanê ne’

Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku dramayên Tirkî dibin sedema gelek pirsgirêkên civakî û wiha domand: “Welatê Tirkiyeyê gelek ji Iraqê cudati re û dramayên Koreyî yên Çîn û Japonyayê demek dirêj li Herêma Kurdistanê hatin weşandin, ligel dramayên Tirkî. Ev yek rasterast bandorê li pirsgirêkên civakî, bi taybet jiyana zewacê dike. Hinek dramayên Erebî ku dramayên Tirkî teqlîd dikin gelek zirarê dane civaka Kurd. Hikûmeta Kurdistanê ji ber krîza aborî nikare pereyek baş bide hunermendan da ku dramayan çêbikin. Xeterên dramayên Tirkî li ser civaka Kurd roj bi roj zêdetir dibin û bandorên wan ên neyînî li ser civak û malbatên Kurd zêde dibin. Ev drama bandorê li zarokan dikin û gefek mezin e li ser pêşeroja civaka Kurd.”

‘Dramayên Tirkî ji bo malbatên Kurd gefa herî mezin in’

Rêzan Şêx Dilêr anî ziman ku navendên akademîk ên li herêma Kurdistanê li ser bandora neyînî ya dramayên biyanî li ser jiyana zewacê lêkolîn nekirine. Her wiha da zanîn ku di civaka Kurd de girîngiyê nadin rêjeya hevberdanê û wiha got: “Dramayên Tirkî ji bo malbatên Kurd gefa herî mezin e. Berevajî vê, li herêma Kurdistanê û Iraqê ev yek cidî nayê girtin. Bi gelemperî, dema ku em li dramayek an kurtefîlmek temaşe dikin divê jiyana xwe ya normal nîşan bide lê piranî dramayên Tirkî bandorek neyînî li civakê dikin û tu têkiliya wan bi jiyana civakî ya Kurdan re tune ye. Ew rastiya civaka Kurdî nîşan nadin û bi gelemperî kevneşopiyên civaka Tirk û Rojavayî dixin nava malbatên Kurd. Weşandina dramayên Tirkî bandoreke neyînî li civak û malbatan dike, ji ber van dramayan civakê urf û adetên xwe ji bîr kiriye.”

‘Ger hikûmeta herêma Kurdistanê alîkariya ciwanan bike rêjeya hevberdanê dê kêm bibe’

Rêzan Şêx Dilêr di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hikûmeta herêma Kurdistanê piştgirî bide hevjînan û zarokên di bin 18 salî de da ku nezewicin û xwendina xwe temam bikin û got: “Ji ber xwendin stûna mezin e, ji bo piştgiriya keç û kuran. Girîng e ku rewşa siyasî û hebûna parlamentoyê bi berdewamî ji bo malbatan çend tedbîrên zagonî bigrin û zagonên baş derbixin. Berê ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve beriya jiyana zewacê, pêşîniyên zewacê dida wan û pereyê ku dihat standin pir kêm bû. Dema ciwan dizewicin divê hikûmet ji wan re kar bibîne. Ger rewşa aborî baş be, ji sedî 80 pirsgirêkên malbatan dê nemînin. Keç û kurên ku zanîngeh temam kirine, têgihîştina wan baştir e û xwedî hişmendiyeke baştir in. Divê hikûmet çend navendên şêwirmendiya plansaziya malbatê veke. Ji ber vê divê ciwan şareza bin, bizanibin çawa jiyana hevjînî pêk tînin û divê riyeke taybet ji bo mayîndebûna malbatê û perwerdeya malbatê were vekirin. Divê ew malbat kur û keçên ku li gorî civaka me bin xwedî bikin. Du perwerdeyên me hene, perwerdeyek  dramayî û perwerdeya rast. Divê em li ser vê rastiyê bixebitin ku avakirina malbatê berpirsiyariyek mezin e.”