Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Li Cezayîrê azadî tê sînordarkirin
Rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku sînordarkirinên li ser azadiya derbirîn, azadiya civîn û çalakiyên sendîkayan li Cezayîrê bi girtin, darizandin û qedexekirina çalakiyan zêde dibin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) raporek li ser rewşa mafên mirovan li çaraliyê cîhanê weşand. Raporê cih da rêze mijarên têkildarî Cezayîrê. Di nav de azadiyên giştî, çalakiyên sendîkayan, azadiya derbirîn û civînê, pêvajoyên dadwerî û mijarên din ên siyasî, civakî û mafên mirovan.
Sînordarkirinên zêde
Rapora Amnesty’yê hejmarek ji dozên çalakvanan ku ji wan23 çalakvan û rojnamevan, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî hatine girtin û darizandin, dihewîne.
Li gorî raporê, pêkanînên têkildarî sînordarkirina azadiya derbirînê, kombûn û rêxistinbûna aştiyane berdewam kirine. Di hejmarek dozên têkildarî çalakvan, rojnamevan û bikarhênerên tevnên mecazî de karanîna tohmetên têkildarî terorîzmê û pêvajoyên dadwerî hatine destnîşankirin.
‘Dozên qanûnî’
her wiha rapor li ser dozên qanûnî jî rawestiya, di nav de cezakirina 20 kesan ji ber peywendiya wan bi riya daxuyaniyekê ku ji partiyeke siyasî ya berê qedexekirî re hebû.
Derbarê azadiya kombûnê de, raporê mînakên redkirin an qedexekirina lidarxistina civîn û meşan, wekî redkirina destûrdayîna meşek siyasî ya piştgiriya Filistînê, tepeserkirina xwepêşandanan li Cezayîrê û qedexekirina çalakiyên partiyek siyasî, di nav de civîn û çalakiyek havînê, bêyî ku hincetên qanûnî yên berfireh werin dayîn, rêz kiriye.
‘Qedexeyên li ser sandîkevanan’
Derbarê karûbarên sendîkayî de, raporê bal kişand ser dozên ku endamên sendîkayê hatine darizandin, di nav de cezayên girtîgehê yên di dozên têkildarî grev an çalakiyên sendîkayê de hatine dayîn. Her wiha girtin û gazîkirina dadgehê ya têkildarî xwepêşandanên karkeran.
Derbarê azadiya tevgerê de, raporê destnîşan kir ku Nassîra Dotor, hemwelatiya Fransî-Cezayîrî û seroka Komeleya Malbatên Kesên Winda li Cezayîrê, nehiştin bikeve welat û vegerandin Fransayê. Qedexeya seferê li ser hejmarek çalakvan, parêzer û endamên sendîkayan hat sepandin.
Rapora Amnesty ‘yê diyar kir ku di derbarê azadiya rêxistinbûnê de, pêşnûme qanûnek tê nirxandin ku dê pergalek îdarî ji bo lîsanskirina komeleyan di nav xwe de bigire û desthilatên berfireh bide rayedaran da ku wan qeyd bikin, rawestînin, an jî wan hilweşînin. Her wiha sînordarkirinên li ser fînansekirin û hevkariya bi rêxistinên biyanî re ferz bike.
Heya kêliya amadekirina vê nûçeyê jî, der barê rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ji aliyê rayedarên Cezayîrê tu daxuyaniyek fermî ne hat dayîn.