Rewşa tendirûstiya Werîşe Mûradî xirab e
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya di girtîgeha Evînê de tê girtin xirab e. Her wiha Werîşe Mûradî ji mafê xwe yê tendirustiyê bêpar hatiye hiştin.
Navenda Nûçeyan – Ajansa HRNA’yê di nûçeyek xwe de bal kişand ser rewşa girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ya li girtîgeha Evînê.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku rewşa tendirustiya Werîşe Mûradî ya di girtîgeha Evînê de tê girtin xirab e û berpirsên girtîgehê nahêlin tedawî bibe.
Her wiha hatiye gotin ku di dema borî de tenê carek Werîşe Mûradî birine navendeke tendirustiyê, li derveyî girtîgehê lê wê carê jî bêyî ku baş bê kontrolkirin, vegerandine girtîgehê.
Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî di 10’ê Cotmehê de li dijî cezayên darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştre ji ber zextên rêxistinên civaka sivîl, navneteweyî, çalakvan û azadîxwazan, li ser banga Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya di 25’ê Cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anîbû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’an de li nêzî bajarê Sine ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna 5 mehan a li navenda Îtlaetê (Îstixbarata Îranê) wê şandin beşa jinan a Girtîgeha Evînê ya li Tehranê.