Li parlementoya Tirkiye navê ‘Jîna Emînî’ hat sansûrkirin
Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli ku dema ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de axivî, navê Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin, anî ziman, mikrofona wê hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulderen Varli ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê axivî, dema navê Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin anî ziman, mîkrofona wê ji tirsa ku bi kurdî biaxive hat girtin. “Jin Jiyan Azadî” di protokola parlamentoyê de nehat tomarkirin.
‘Em ê ti carî dest ji meş û hawara Jin, Jiyan, Azadî bernedin’
Gulderen Varli ku di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew di demên dîrokî de derbas dibin û wiha got: “Dîrokê nîşanî me daye ku yên ji bo mafên xwe têdikoşin zû yan dereng bi ser dikevin; Îro jî jin, gel, bawerî û hemû beşên bindest ji bo mafên xwe li ber xwe didin. Her ku 8’ê Adarê nêzîk dibe jin bi reng û dirûşmên xwe ji bo aştiyê bi dengekî bilind diqîrin; Dengê aştiyê bilind dibe û bi têkoşîna jinê ya birêxistinkirî deng vedide. Em ê ne tenê rojekê, her roj li dijî tundî, destdirêjî û zilmê dengê xwe bilind bikin. Ji Amedê heta Hîndîstanê, ji Stenbolê heta Îranê berxwedana jinan sînoran nas nake. Em ê ti carî dest ji meş û hawara Jin Jiyan Azadî bernedin.
‘Daxwaza gel a aştî û demokrasiyê sînorên welat derbas kiriye’
Wek tê zanîn li vî welatî jin, kedkar û ciwan hewceyê bernameyên aştî û çareseriyê yên berbiçav in. Di vê rastiyê de divê çareseriya demokratîk bi çarçoveyeke qanûnî bê dayîn û zêdetir behsa aştiyê bê kirin. Daxwaza gel a aştî û demokrasiyê ji sînorên welat derbas bûye û dema ku hemû cîhan behsa aştiyê dike bila piştgiriyê bidin kesên aştiyê ava dikin. Em ji zarok, ciwan û jinan re siberojeke tijî hêviyê bihêlin. Aştî û demokrasî ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê bi nirx û girîng e.”