Rêveberiya Xweser A Şengalê: Li ser Şengalê planên nû
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê gef û metirsiyên nû yên li ser Şengalê û planên ku îradeya civaka Êzidî dike hedef daxuyaniyeke girîng weşand û hişyarî da aliyên pêwendîdar.
Şengal – Rêveberiya Xweser a Şengalê da diyar kirin ku planên nû yên qirêj li ser Şengalê di rojevê de ye. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk A Şengalê di 15’ê Sibatê de bi daxûyaniyekê helwesta xwe bi zelalî ya li dijî van êrîşan nîşan da. Îro jî bi heman armancê Rêveberiya Xweser A Şengalê daxûyaniyekî nivîsk da û bal kişand ser helwesta civaka Êzidî ya li dijî van gef û planên metirsîdar ên dijî Şengal û tevahî xaka Îraqê.
Berfirehiya daxuyaniyê bi vê awayî ye
‘Li dijî Şengalê pîlanên nû û qirêj di rojevê de ne’
Di destpêka daxûyanî de îşaret bi guhertinên nû yên di herêmê de çêdibin hat kirin û wiha berdewam kir:“Bi guhertinên kûr û bi lez re ku îro herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, welatê me Şengal jî wekî herêmeke stratejîk û hestiyar paya xwe ji van guhartinan digire û careke din bi xeteriyên nû û metirsîdar re rû bi rû dimîne. Li gorî agahiyên di destê me de, li dijî Şengalê pîlanên nû û qirêj di rojevê de ne. Ev pîlan çi bi rêya hêzên leşkerî yên derve be, çi jî bi rêya tevgerandina şaneyên razayî yên tundrew be, bi temamî aramiya herêmê û vîna gelê me dikin hedef. Ji ber van agahiyên girîng, em wekî erkeke exlaqî û mirovî dibînin ku civaka xwe, raya giştî ya cîhanê, nas û dostên civaka xwe li ser vê rewşa xeter agahdar bikin û dengê xwe bigihînin her kesî.
‘Em wekî Şengalê parçeyek ji axa Îraqê ne,’
Her wiha di daxûyanî de hat ziman ku piştî gefên wezîra karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan tevgerekî nû li dora şengalê destpê kiriye û wiha berdewam kir: “Bi taybetî piştî daxuyaniyên bi gef ên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li derdora Şengalê liv û tevgerên ne asayî hatine dîtin û hin kesayetên ku di bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk de ne bi her awayî hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin û fitneyê di navbera pêkhateyan de biçînin. Em wekî Şengal, ku parçeyek ji axa Îraqê ne, bi bîr dixin ku di salên derbasbûyî de dema dewletê erka xwe ya parastina Êzidiyan pêkneanî û gelê me rastî fermaneke reş hat, gelê me bi rêya hêzên xwe yên parastinê ev erk girt ser milê xwe û axa xwe parast. Mixabin îro li şûna ku ev hêzên berxwedanê were naskirin, siyaseta tunekirinê li ser îradeya civaka me tê ferzkirin û ev yek nayê qebûlkirin.”
‘Em herdem ji bo dîyalogan amadene’
Rêveberiya Xweseriya demokratîk A Şengalê di dewama daxûyanî de anî ziman ew her dem ji bo pirsgirêkên heyî çareser bibin amade ne û wiha dewam kir: “ Ji bo vê rewşa bi guman a heyî, em peyama xwe rasterast digihînin Serokwezîrê Îraqê Muhemed Şeya Sûdanî û bang dikin ku hikûmet li hemberî van hewildanên bi guman helwesteke zelal û cidî nîşan bide; ji ber ku her bûyereke leşkerî. siyasî an civakî ya ku jiyana gelê me bike hedef, wê karesatên mezin bi xwe re bîne û civaka me ya ku hêj birînên fermanê di dilê wê de ne, wê nekaribe zilmeke wiha nû rake. Em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê, ku bi salan e ji bo vegera gelê xwe û jiyaneke azad bi hêzên xwe yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşê bedelên giran didin, her dem amadehiya xwe ya ji bo diyalogê nîşan didin da ku pirsgirêk bi awayekî qanûnî werin çareserkirin. Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê amade ne ji bo ku hemû pirsgirikên heyî di çarçoveyên yasayî de çareser bikin.”
‘Em bang li hemû aliyên aşitîxwaz dikin bibin xwedî helwest’
Di dawiya daxûyanî de bang li her kesî hate kirin ku divê li hemberî van planên nû yê li dijî civaka Êzidî bibe xwedî helwestekî demokratîk û daxûyanî bi vê bangê bi dawî bû: “Heta niha me her dem hewl daye ku civaka xwe û erdnîgariya Şengalê ji qadên şer dûr bixin, lê di rewşeke berevajî de û ji bo her guhartineke ku bi zorê were ferzkirin, em ê dewleta Iraqê wekî berpirsyarê yekem bibînin. Em bang li hemû aliyên aşitîxwaz û dijberên şer dikin ku li hemberî van pîlanan bibin xwedî helwest her wiha bang li gelê xwe, hemû hêzên siyasî, civakî û leşkerî dikin ku ji bo parastina mafên gelê Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê, bi yekitiyeke xurt a neteweyî tevbigerin û rê nedin ku aliyên nexêrxwaz careke din Şengalê bikin qada şer û malwêraniyê.”