Rejîma Îranê dest danî ser mal û milkên 63 kesayetan

Êrîş, zext, zordariya rejîma Îranê li ser gel bê navber di dome. Navenda medyaya dadwerî ragihand ku mal û milkên 63 kesan hatiye tesbîtkirin û dest danîne ser û hesabên wan ên banqeyê cemidandine.

Navenda Nûçeyan – Navenda Medyaya Dadwerî roja Şemiyê, 19’ê Nîsanê, ragihand ku di hefteyên dawî de, ferman hatiye dayîn ku bi dehan kesayetên navdar tesbît bikin û dest danin ser mal û milkên wan. Hate diyarkirin ku ev gav ji ber sûcên wek ‘hevkariya bi dijmin re’ û ‘kiryarên li dijî ewlehiya neteweyî’ hatiye avêtin.

Li gorî nûçeya ku ji aliyê ‘Mîzan’ ve hatiye weşandin, di qonaxa dawî ya van gavan de, hesabên bankê, tomarên milk û wesayîtên 63 keseyatên li herêmên cûda hatine tesbîtkirin û desteserkirin. Rayedarên dadwerî îdîa dikin ku ev kes li gorî ‘Qanûna cezayên girankirî ji ber sîxurî û hevkariya bi welatên dijmin re’ hatine çavdêrkirin.

Di lîsteyê de navên gelek kesayetên navdar hene

Di lîsteya ku hatiye weşandin de navên gelek kesayetên navdar hene. Ji qada huner û sînemayê, navên wek Niki Kerimi, Mehnaz Afshar, Leyla Otadî, Beharek Salîhniya û Şîrîn Neşat hene. Di qada werzîşê de, ji derveyî Kimia Alîzadeh û Soşa Makani, çend werzîşvanên din hene. Her wiha, ji qada muzîk û medyayê, ji derveyî Mahşîd Hoseynî û çend hunermendên din hene.

Di nav aktivîstên tora dijîtal de, navên wek Ramina Torabî, Sarvar Selmanî, Hîva Emîn, Saba Meclîsî, Aida Puriyanseb, û Tahara Mohabbalî (Tara Mohab) hene. Her wiha hinek kesayetên qada aborî û medyayê, wekî endama odeya bazirganiyê, Fernûş Hamîdiyan û Sepîde Mîtra Îbrahîmî di lîsteyê de cih digrin.

Dibe ku lîste berfirehtir bibe

Navenda Medyaya Dadwerî tekez kir ku pêvajoya çavdêrîkirin, tesbîtkirin û destwerdanê li dijî kesên ku wek ‘hevkariya bi dijmin re’ bi nav dike dê bidome û dibe ku lîste berfireh bibe.

Ji aliyê din, ajansa nûçeyan a ‘Mehr’ ragihandibû ku mal û milkên zêdetirî 400 welatiyên li derveyî welêt dijîn, di nav wan de lîstikvan, werzişvan, rêvebirên medyayê û rojnamevan hene, bi biryara dadgehê hatine tesbîtkirin û desteserkirin. Ev nîşan dide ku ev pêkanîn hem li hundir û hem jî li derveyî welêt berfireh dibin.