Qada Perwerdê Ya Mexmûr: Rojava rûmeta me ye, em dest ji rûmeta xwe bernadin

Qada perwerdeyê ya Mexmûrê li dijî nêzîkatiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê a li hember zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got: “Zimanê her gelekî nasname û bîra wi ya dirokê ye.”

Mexmûr – Gelê Kurd li her qadê helwestên xwe li hember nêzîkatî û ferasetê hikumeta demkî ya Suriyeyê yên li dijî zimanê Kurdî raber dikin. Li Wargeha Şehid Rustem Cudî (Mexmûr) jî, ji aliyê Qada Perwerdê ve li dijî êrişên li ser Zimanê Kurdî daxuyaniyek hat dayin. Di daxuyaniyê de helwesta hikumeta Şamê hat şermezar kirin û biryardariya xwedî li Zimanê Kurdî derketinê hat kirin. Daxuyanî li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerin, ji aliyê xwendevana bi navê Avyan Kabul ve hate xwandin. Mamuste û şagirt jî tevlê daxuyaniyê bûn, daxuyanî piştî deqeyek rêzgitinê hate xwandin. 

Daxuyaniya qada perwerdê wiha ye: “Hevalên hêja, Ji beriya demekê dirêj, weke dagirkerên din, desthilatdariya Sûriyeyê jî zimanê me qedexe kiribû. Li hemberi vê zordariyê gelê me li Rojava serî rakir, bi ked û xwîna şehîdan piraniya herêmên Kurdi ji bin destê dagirkeriyê rizgar kirin. Di pêvajoya vê şoreşerê de, bi dehezaran pakrewanên me çêbûn. Lê wan jî di tevahî dibistanan de Zimanê Kurdi kirin zimanê perwerdê.

Ji ber wan dizani ku ziman ne tenê amûrek ya ji bo ragihandinê ye, bingehê çand û nasnameya her geleki ye. Bi salane ev perwerde her dewam dike û di hemû qadan de serkeftinên mezin bi destxistine û bûye pira hezkirina di nava gel de.”

‘Niha ji dixwazin gelê me bi awayekî ramyarî tine bikin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de li ser dijminahiya li beramberî Gelê Kurd û Zimanê Kurdî tê kirin hate rawestandin û hiwa hat gotin: “Li hemberi vê serkeftinê, neyarên hundir û ji der ve ketin nava qirkirina gelê Kurdê Rojavayê Kurdistanê. Her çiqas gelek şehîd û esîrên me çêbûn jî, lê nekarîn Kurdan ji holê rakin. Li hemberî berxwedana gelê Kurdê Rojava û piştgiriya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyi welat, neçar man şer rawestinin.

Niha jî dixwazin gelê me bi awayekî ramyarî tine bikin. Ji ber wê, dixwazin zimanê me yê bûyî zimanê perwerdê, carek din ji holê rakin. Li hemberî vê hişmendiya takrewî, gelê me ji weke her carê ji bo parastina ziman û rûmeta xwe li ser piyan in. Em vê rewşê ji nêzik ve dişopînin û bang li zordarên Şamê dikin û dibêjin: Zimanê her gelekî nasname û bira wi ya dirok ye. Qedexekirin û hewildana rakirina zimaneki, ne tenê girtina deriyê peyvan e; di heman demê de, hewildana tinekirina mergê geleki ye.”

‘Rojava ne bi tenê ye’

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin kû wekî gelê Kurd wê tucaran Kurdên  Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehêlin û hertim ji bo parastina Rojava û destkeftiyên gelê xwe têkoşînê mezin bikin û wiha hate gotin: “Em bang li desthilatdariya xwe sepên ya Şamê dikin, em ê ti caran destûra qirkirina gelê Rojava nedin. Emê rê nedin destkeftiyên gelê me yên ku bi xwîna pakrewanan hatine bidestxistin, bên desteserkirin. Bila xwînmij bizanin, Rojava ne bi tenê bû, ne bi tenê ye û wê nemine bi tenê. Her wiha, em bang gelê Kurd dikin li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, bila dengê xwe bilind bikin û li Rojava xwedi derbikevin. Ji ber ku Rojava di bin metirsiyekî mezin de ye. Ji bo tola DAIŞ'ê li Kurdan hilînin, desthilatdariya paşverû a Şamê di nava planên gelek qirêj de ye. Divê em bi hişyari di ferqa vê yekê de bin û li her cihi van nêzikatiyên dijminane şermezar bikin.

Ji bo piştgiriya gelê xwe yê Rojava û protestokirina bêrêziya li hemberi zimanê me tê kirin; em weke qada perwerdê ya wargeha Şehîd Rustem Cûdi, di her wari de, bi taybet di warê ziman û perwerdê de, ji bo gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê çi destek, alikarî û piştgiriyeki bê xwestin, amadene bi hemû hêz û kêrhatina xwe bibin bersiv û bi vê boneyê em hemû pirtûkên xwe yên Zimanê Kurdî yên ku hatine nûjenkirin diyariyê komiteya perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê dikin. Rojava rûmeta me ye, em dest ji rûmeta xwe bernadin.

Daxuyaniya qada perwerdê bi diruşmeyên ‘Biji berxwedana Rojava’, ‘Biji yekitiya gelê Kurd’, ‘Biji Rêber Apo’, ‘Bimire dagirkeri’ bi dawî bû.