Dayîkên Aştiyê ji Amedê destek dan dayîkên Rojhilat: Darvekirinan rawestînin

Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Bakûrê Kurdistanê, destek da Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat ku bi daxuyaniyek bang li rejîma Îranê kirin ku darvekirinan rawestîne. Dayîkan got “Tu dayîk zarokên xwe ji bo mirinê mezin nake.”

Amed – Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê, çend roj beriya niha derbarê darvekirinên girtiyên siyasî de li Îranê daxuyaniyek dabûn û ji bo tavilê darvekirin werin sekinandin, banga piştevaniya berfireh kirin.

Dayîkan ragihand ku ji bo jiyana zarokên xwe bi fikar in û diyar kirin ku divê li dijî polîtîkayên darvekirinê yên li Îranê, di asta neteweyî û navneteweyî de seknek hevpar bê nîşandan. Dayîkan bang li partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî kir ku, bikevin pêşiya cûdabûnan û parastina mafê jiyanê bikin.

Ji Dayîkên Aştiyê yên Bakur destek

 Îro ji Amedê bersiva ji bo banga dayîkan hat. Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê derbarê darvekirinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê hat dayîn. Dayîk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.

Vê mehê 130 ciwan hatin darvekirin

Kudret Eryılmaz li ser navê dayîkan axivî û wiha got, “Vê mehê 130 ciwan hatin darvekirin. Ne Xwedê û ne jî ol vê yekê qebûl dikin. Tenê Xwedê dikare jiyana ku daye bistîne. Dayîkên ku ji vî şerî derketin qêriyan, 'Bes e! Dilê me dişewite!' Divê ev şer raweste. Bes e! Divê ew li Îranê darvekirina zarokên Kurd rawestînin. Em ji Bakur heta Rojhilat, li kêleka dayîkan in. Wekî Dayîkên Aştiyê, em ji vir bang dikin: Li dijî darvekirinan rabin! Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li kêleka dayîk û gelê Rojhilat bin.

‘Tu dayîk zarokên xwe ji bo mirinê mezin nakin

Kudret Eryilmaz diyar kir ku tu dayîk zarokên xwe ji bo mirinê mezin nakin û got ku ew wekî dayîk, li dijî van polîtîkayên şerê qirêj in. Kudret Eryilmaz her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Dayîka Kudret ragihand ku ewê roja Yekşemê saet di 13:00’an de derbarê "mafê hêviyê" de daxuyaniyek bidin û banga beşdariya li çalakiyê kir.