Li Pêşdibistanên wargeha Mexmûrê kelecana karnameyan
Xwendekarên pêşdibistanên wargeha penaberan a Mexmûrê, îro bi kelecanek mezin karnameyên xwe girtin û baxçeyên dibistanên xwe bi cilên xwe yên gelêrî xemilandin.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) xwendekarên pêşdibistanê bi cilên xwe yên gelêrî û keyfxweşiyek mezin, karnameyên xwe yên dawiya salê girtin.
Îro li pêşdibistanên Mexmûrê, ji bo xwendekaran bernameyek taybet a karnameyan hat lidarxistin. Beriya wergirtina karnameyan ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê mamoste Helîm Geverî axaftinek kir.
Helîm Geverî vê rojê li hemû xwendekaran pîroz kir û got: “Me hewlda di hemû aliyan de bibin bersiv ji bo xwendekaran û perwerdeyek baş bidin. Di aliyê malbatan de jî hewldanên girîng hebûn û em spasiya wan dikin. Ji îro pê de jî ya dikeve ser milê me ew e ku em hîn zêdetir hewldan bikin ji bo zarokan ku, pêşerojek ronî û geş ji wan re ava bikin.”
Piştî axaftinê, zarokên delal bi dengên xwe yên xweş stran gotin û hemû mamoste û malbatên xwe kêfxweş kirin. Piştî stranên xweş, mamoste yek yek navê xwendekaran xwend û zarokan karnameyên xwe girtin. Zarokên ku karnameyên xwe girtin, bi wêneyan ev roja taybet di bîranînên xwe de bi cih kirin.
Herî dawî jî hemû xwendekaran destê hev girtin bi rûxweşî û dilxweşî govendek li derdora hev gerandin.